Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 3 şehîdên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameyên 3 şehîdan xwe eşkere kir.

Navenda ragihandinê têkildarî bûyerê daxuyaniyek li ser malerpa xwe ya fermî weşand û got: “Hevalên me Heysem MIhemed Eto (Ebû Deham) ku yek ji damezrînerên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye, Hesen Mihemed Nûr Xaqûr (Zilovan) û şervanê QSD`ê Salih Mihemed Rebî Mistefa di encama teqîna mayînekê de bi wesayîta wan de şehîd bûn.

Em soz didin gelê xwe ku rêya şehîdan berdewam bikin, axa xwe biparêzin û ewlehiyê lê dabîn bikin û em dê tola şehîdên xwe hilînin.”

Nasnameya şehîdan li gorî daxuyaniya navendê wiha ye:

Nasnav: Ebû Dehan
Nav û paşnav: Heysem Mihemed Eto
Navê dayîkê: Duha
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Til Eran 2-2-1995.
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 9-7-2023.

Nasnav: Zilovan
Nav û paşnav: Hesen Mihemed Nûr Xaqûr
Navê dayîkê: Emîne
Navê bav: Mihemed Nûr
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Til Eran 1-1-1997.
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 9-7-2023.

Nasnav: Salih
Nav û paşnav: Salih Mihemed Rebî Mistefa
Navê dayîkê: Ezîze
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Til Eran 1-1-1997.
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 9-7-2023.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button