Gaziyên şer mohra xwe li meşên ji bo azadiya Rêber Apo dan

Şêniyên Kantona Firatê û Kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo meşên girseyî li dar xistin. Gaziyên şer ên di refên pêş de cih girtin mohra xwe li meşan dan.
Li Kantona Firatê û Kantona Cizîrê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve bi dirûşmên “Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye” û “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, misogeriya civaka demokratîk e” meşên girseyî hatin lidarxistin.
Di meşan de wêneyên Rêber Apo, şehîdên şoreşê û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin hildan. Bi deh hezaran kesên tevlî meşan bûn bênavber dirûşmên, “Bijî Serok Apo”,”Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyane” berzkirin.
Bi sedan gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeyê jî ji bo dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo careke din nîşanî hemû cîhanê bidin, bi coşeke mezin di refên herî pêş ên meşan de cihê xwe girtin.