‘Em ê şopdarên Hêro û Gulistanan bin’

Dewleta Tirk a faşîst û dagirker a hebûna gelê Kurd û azadiya gelên bi felsefeya Rêber Apo xwe pêş dixin, ji bo xwe weke xeteriyeke mezin dibîne, li her cihî êrîşên xwe yên nemerdane pêk tîne.

Dewleta Tirk a faşîst û dagirker a hebûna gelê Kurd û azadiya gelên bi felsefeya Rêber Apo xwe pêş dixin, ji bo xwe weke xeteriyeke mezin dibîne, li her cihî êrîşên xwe yên nemerdane pêk tîne. Ev dewleta hov ji bo dengê heqîqetê û dirûşmên azadiyê yên gelan negihîje cîhanê, şopdarên heqîqetê rojnamegerên çapemeniya azad dike hedef.

Ev dewleta dagirker a êdî ji her alî ve di nav hilweşînê de ye, ji bo temenê xwe hinekî din dirêj bike di nav êrîşên nemerdane û tirsonek de ye. Dewleta Tirk a faşîst a ji xiyaneta PDK’ê û bêdengiya hêzên derve jî sûd digire, duh du rojnamegerên çapemeniya azad hevrêyên me Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin.

Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê divê zanibin ku wê ti carî nikaribin dengê heqîqet û rastiyê asteng bikin. Ev zalimên dijminên gelan û azadiyê weke peyrewên xwe yên din wê tine bibin, dîrok wê timî bi nefret behsa wan bike. Heqîqet, kedkar û şopdarên heqîqetê wê timî rêya gelan û mirovatiya pêşverû rohnî bikin.

Li ser vî esasî weke endamên Ragihandina Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hevrêyên xwe Gulistan û Hêro bi rêz û hurmeteke bêdawî bi bîr tînin, li hember wan bejna xwe ditewînin. Ji bo xeyal û hêviyên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin, em ê kar û xebatên xwe ji her demê zêdetir pêş bixin. Em ê timî şopdarên Hêro û Gulistanan bin.

Ragihandina Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button