Ji Bo Tevahî Berxwedanvanên Gireva Birçîbûnê

Têkoşerên çiyayî, leheng û çelengên ku ruh û mêjiyê me her kêlî bi ronahiya rojê re geş dikin û dixemilînin; ji axa ku bi xwîna bi hezaran keç û xortên herî bedew yê cîhanê hatiye xemilandin, em ji dil we weke gazî û birîndarê li Rojava, Rojhilat û Bakurê Suriyê bi taybetî di kesayeta hevala me Leyla Guven de hemû berxwederê gireva birçîbûyînê silav dikin, we hemêz dikin û hezkirina herî bedew û ji dil yê axa azad Rojava ji were dişînin û 8’ ê Adar’ê li hemû kedkarên Jinê cihanê piroz dikin. Em jî weke Gazî û Birîndarê li Rojava, Rojhilat û Bakurê Suriyê heta dawiyê li gel berxwedana dirokî ne.

Têkoşîna ku hun her kêlî li dijî faşîzm û hişmendiya mêr ê desthilatdar û xwînxwar dimeşînin, îro li tevahî cîhanê û Rojhilata Navîn dil û mêjiyê bi hezaran jin, ciwan, kal, pîr, demokrat û aşitîxwazan ronî dike û ji her kesî re dibe azweriya têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê.

Hêzên hegemon û desthilatdar bi salane li dijî têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê di nav hewldanên bişavtin û tunekirinê de ne. Ew hêz herî zêde ji vê ruh û azweriyê ditirsin. Ji ber wê jî di serî de Rêber APO xistin hedef û xwestin pêşî li fikir û ramanên azadiyê ku neyarê pergala wan a xwînmij e, bigrin. Îro jî weke 20 sal beriya niha dixwazin bi riya tecrîta li ser Rêber APO re vê hestê tecrît bikin û cardin me mehkûmî koletiyê û serî tewandinê bikin.

Dijminê me herî zêde jî jinê dike hedef û bi riya jinê re dixwaze her cûre şerê taybet û pilanên qirêj bixe meriyetê. Ew hêz herî zêde ji jina ku li ber xwe dide û rêxistinbûna xwe ava dike, ditirsin. Ew herî zêde jina ku xwe bi fikir û ramanê Rêber APO hunandiye û xwe li dor ramanên azadiyê kiriye xelekek ji agir, ditirsin. Ji lewra berxwedana her jinekê xençerekê li dilê dagîrkeriyê dixe û pergala wan a xwînmij birîn dike. Îro pergala Modernîteya Kapîtalîst can dide û xwîn wenda dike. Em ji hêza jinê û ji rêxistina jinê fam dikin ku azadî gelekî nêz e û wê berxwedana me bi serkeftinê tacîdar bibe.

Ew hêz heya niha negihîştin armanca xwe û wê negihîjin armanca xwe. Êdî li Kurdistanê her jinek bûye Zarîfeyek û her xortek bûye Kawa’ yek Hesinkar. Dayîkên me ji zû de mizgîniya azadiyê dane me. Zarokên Kurdistanê ji zû de meşxeleya Newrozê pêxistine. Keç û xortên Kurd ji zû de bi dilê xwe av rişandine ber koka dara azadiyê û ji zû daye we dara jiyanê bi hestên herî bedew û paqij jiyanî kiriye. Lewra negengaz e êdî agirê ku bi bedenê Mazlûm Dogan, Zekiya Alkan, Rehşan û Ronahî, Serdar Arî, Sema Yûce, Tayhan, Jêhat, Şehristan û heval Ugur pêketiye, bitefe.

Rêhevalên me yên herî hêja û delalên ber dilê dayîkên Rojava; bi coş û kelecana ku em ji berxwedan û azadiyê digrin, em we hemû hevalan silav dikin û bi soza ku em ê Şoreşa Rojava û Bakûrê Suriyê bikin Şoreşa Jinê û Rojhilata Navîn, disa 8’ ê Adarê û Newrozê di serî de li Rêber APO û we hemû hevalan pîroz dikin.

 

Bi Hêviya Rojên Azad Bi Rêber APO Re

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button