Em ê al û pênûsa heval Ezîz li erdê nehêlin
Ji raya giştî û çapemeniyê re

Bi xemgîniyeke mezin em pê hisiyan ku hevalê me yê ragihandina azad, şoreşgerê heqîqetê hevrê Ezîz Koyluoglu 27’ Çileyê li Başûrê Kurdistanê, Ranyayê di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye. Em vê êrîşa nemerd û bêbext a li hember şopdarê heqîqetê hevrê Ezîz Koyluoglu bi tundî şermezar dikin.
Hevrê Ezîz bi salan ji bo êş û azarên gelê Kurd bigihîne hemû cîhanê têkoşîn kir. Bi jiyan, kesayet û sekna xwe divê şoreşgerek û rojnamevanek heqîqetê çawa be nîşanî me hemû hevalên xwe yên ragihandina azad kir. Ji Şengala pîroz, heya Rojavaya warê berxwedanê û Başûrê Kurdistanê li gelek qadan bû dengê mirovatiyê.
Bi tehlîl, analîz û nivîsên xwe gelên herêmê li hember rastiya dagirkeriya dewleta Tirk a dijminê pêkve jiyana gelan e hişyar kir. Paradîgma û felsefeya Rêbertî ji hemû pirsgirêkên civakî re bê çareseriyeke çi qasî mayînde ye bi pênûsa xwe îzah kir.
Weke şagirtên hevrê Ezîz û Ragihandina Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em pir bi hêrs û xemgîn in. Lê belê em soz didin ku pênûs û ala heval û mamosteyê xwe Ezîz li erdê nehêlin. Ji ber em dizanin ku tenê bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê em ê karibin bibin layiqî şehîdên xwe û armanca wan pêk bînin.
Di serî de ji malbata heval Ezîz, em ji tevahî gelên herêmê re sersaxiyê dixwazin. Em ê ti carî ji rêya ku mamosteyê me heval Ezîz nîşanî me da venegerin.
Ragihandina Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
08.02.2025