‘Eger hûn jî bibin yek hûn ê azad bibin’
Şoreş Qamişlo

“Bi mezinahiya Xwedê, bi pîroziya Quran-a Kerîm, li ser welat û ala xwe sond dixwim ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe û nefesa xwe ya dawî bi can û malê xwe di rêya azadiyê de, ji bo ala me li asîman bilind bibe ez ê bixebitim.” Ev gotin ên Serokkomarê Komara Mahabad a Kurd, Qazî Muhammed in ku di sala 1946’an de di parlamentoyê, merasîma sondxwarinê de anîne ziman.
Qazî Muhammed, di sala 1901’ê de li Mahabadê di malbateke rêzdar a herêmê de tê dunyayê. Bi oldarî û welatparêziya xwe, ligel wan bi ilmê xwe jî di nav gelê Kurdistan de bibû xwedî rêz û hurmeteke mezin. Ligel zimanê Kurdî bi Erebî, Farisî, Tirkî, Îngilîzî û Rûsî jî dizanîbû.
Komara Mahabad a Kurd di 22’ê Çileya sala 1946’an de li Meydana Çarçira di pêşengiya Qazî Muhammed de bi beşdariya gel, bi xwendina Sirûda Ey Reqîb, bi bilindkirina ala Kurd û duayan hat îlankirin. Wê rojê ji her parçeyên Kurdistan gelek mirovên navdar û pêşeng jî beşdarî merasîma damezirandina Komara Mahabad a Kurd bibûn.
Piştî damezirandinê di her beşên jiyanê de xebateke bi lez tê pêşxistin. Dibistan têne vekirin, di aliyê wêje, çand û huner de xebateke bêhempa tê pêşxistin. Kovarên bi navê Hawar, Agir, Gelawêj û kovara jin a Hîlale hin ji organên weşanê ne. Bi navê Kurdistan jî organeke weşanê ya rojane û mehane ya fermî ya Komarê tê derxistin.
Di pêvajoya ku Komara Mahabad a Kurd hatibû îlankirin de cîhan û herêm mîna di roja me ya îro de di nav gengeşe û aloziyekê de bû, Duyemîn Şerê Cîhanê tevayî cîhan dabû ber xwe. Di sala 1941’ê ku hîn wê demê DYA ev qasî derneketibû pêş û hîn zêdetir Rûsya û Îngiltere aktorên sereke xuya dikirin, mudaxeleyî Dewleta Îranê dikin ku wê demê desthilatdar Şah Riza Pehlewî bû. Bi vê mudaxeleyê re desthilatdariya Şah Riza bi dawî dibe. Îran dikeve bin hakimiyeta Rûsya û Îngiltere. Di sala 1942’an de Komala Jiyaneweyê Kurdistan tê damezirandin. Di sala 1945’an Qazî Muhammed dibe endamê vê rêxistinê û di demeke kurt de dibe serokê wê. Piştî mudaxeleya li ser Îranê Komala Jiyaneweyê Kurdistan tê feshkirin û Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê tê damezirandin. Û jixwe piştî ku Azeriyan di 12’ê Kanûna sala 1946’an de xweseriya îlan kirin, di 22’ê Çileya 1946’an de Komara Mahabad a Kurd hat îlankirin.
Rûsya di destpêkê de di hin aliyan de destekê dide, û ligel wê di navbera Komara Mahabad a Kurd û Azeriyan de peyman têne çêkirin. Lê belê paşê Rûsya desteka xwe dikişîne û dema hêzên xwe ji Îranê derdixe û şûnde hêzên Îranê bi piştevaniya Îngiltere Mahabad dagir dikin.
Di wê demê de ji ber kêmasiyên hişmendiya netewebûyîn û yekîtiyê, hin eşîr tevlî amadekariyên şer ên Qazî Muhammed nabin. Û dîsa hin eşîr jî li ser soza ku dabûn Qazî Muhammed nasekinin, li cem dewleta Îranê cih digirin. Qazî Muhammed, ji ber vê rewşê, ji bo gelê Kurd bi qetlîaman re rû bi rû neyê, ji dewleta Îranê dibêje ku ew amade ne bi awayekî aştiyane Mahabadê radest bikin. Dewleta Îranê jî soz dide ku wê destûr nede yek dilop xwîn jî birije. Di 17’ê Kanûna sala 1946’an de hêzên Îranê dikevin Mahabadê.
Komareke gelparêz a bedew gav bi gav ku dihat pêşxistin ji ber berjewendiyên hesabên dewletên emperyalîst û dagirker piştî 11 mehan hildiweşe
Qazî Muhammed û tevayî rayedarên hukûmetê tên girtin. Di pêvajoya mehkemekirinê de Qazî Muhammed serî natewîne û tevayî îddîayên dewleta Îranê red dike. Di 31’ê Adara 1947’an de Serokkomar Qazî Muhammed; Serokwezîr, Hecî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê, Muhammed Husên Xan Seyfî Qazî li Meydana Çarçira têne îdamkirin.
Rêber Apo têkildarî mijarê wiha dibêje: “Ji bo Kurdistan ji Kurdan re nebe welat, serhildanên Kurdan bi awayekî bêrehm pelixandin. Li şûna gelekî beşdarî damezirandina Komarê bûyî, hinek kesên bê welat û hov mabûn. Navê wan qedexe bû. Jixwe dema li çiyê li ser berfê meşiyabûn dengê ‘kart kurt’ derxistibûn û navê xwe ji wir girtibûn; bê zar û ziman bûn, lewma diviyabû bi her awayî bêne pelixandin û tunekirin. Hêza hegemonîk a kapîtalîst Îngilîstan hevkarê herî nêz ê vê polîtîkayê bû. Qet dengê xwe dernexist û di binî re destek da vê polîtîkayê. Jixwe ji ber vê sedemê li ser petrolên Mûsil û Kerkûkê rûniştibû. Nêzîkbûna li Fransayê, qebûlkirina têgihiştina huqûq û neteweyê laîk, têrê dikir ku çavên xwe li van kirinên li derveyî mirovahiyê bigire. Almanya jixwe endama damezrîner bû. Li gorî sosyalîzma pêkhatî ya Rûsyayê, kirinên Tirkperestiyê li Kurdistanê serketina pêşverûtiyê li dijî paşverûtiyê bû. Komara Mahabad a Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê jî bûbû qurbana heman polîtîkayan. Hêzên modernîst ên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe yên rojane welatê hezar salan ê gelekî bi carekê feda dikirin, tune dihesibandin û ji vê jî fikar nedikirin. Ev piştrast bûbû.”
Qazî Muhammed di beşek wesîyeta xwe ya ji bo gelê Kurd de wiha dibêje: “Dijminên gelê Kurd pir in. Zordar û bêrehm in. Nîşaneya serketinê ya her gel û netewe yekîtî, hevkarî û piştevanî ye. Her gelê ku yekîtiya xwe çêneke, li hev neke, timûtim bi zexta dijmin re rû bi rû tê. Ti kêmasiyên gelê Kurd ji gelên din nîne. Heta hûn bi egîdî û fedakariya xwe ji gelên ku ji bin zilmê rizgar bûnê pêşketîtir in. Dijmin bi qasî pêdiviya karê xwe we dixwaze, piştî karê wî diqede qet rehmê nake û we efû nake. Gelên ku ji bin zilma dijminan rizgar bûn jî mîna we bûn. Lê belê wan ji bo rizgariyê yekîtiya xwe çêkiribûn. Mîna tevayî gelên li ser rûyê erdê hûn jî bi zextan re rû bi rû neyên. Eger hûn jî bibin yek, hesûdiyê nekin, xwe nefiroşin dijmin, hûn ê jî azad bibin.”