Ciwana şoreşger û çelenga jîr: Diljîn Mazlûm

Leyla Amûdê

Di dîroka Kurdistanê de bi hezaran şoreşgerên çeleng bi wêrekî û qehremanî şer kirin, canê xwe di rêya rizgariya gelê xwe de feda kirin û gihiştin merteba herî bilind a pîroziyê. Têkoşîn û navê wan şêrejin û mêrxasan di rûpelên dîroka gelê Kurd a resen de hate tomarkirin. Ew ferîşte û çeleng; ji bo me bûn pêşeng û serkêşên serdemê. Nav, têkoşîn û keda wan milîtanên şareza û kêrhatî bi tîpên zêrîn di dîroka neteweya Kurd e hate neqişandin û mayînde bû. Em jî weke hevrê, şagirt û şopdarê wan lehengan em soza bilindkirina têkoşînê ji wan re nû dikin. Em ê wan bidin jiyandin û wê her ji bo me bibin abîdeyên azadiyê ku her em ê berê xwe bidin wan û tewaf bikin.

Wê şehîd her ji bo me bibin ronahiya ku rêya me vedikin û têkoşîna me bibin serkeftinê. Gelek ciwanên me yên zana, fedakar û jêhatî bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêş xistin û pîvanên milîtanên Apoyî di kesayeta xwe de çandin. Bi wêrekî şer kirin û tevlî karwanê pakrewanên Kurdistanê bûn. Wan ciwanan bi ruhê serkeftinê ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî û gelê xwe canê xwe feda kirin. Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi sedan û hezaran berê xwe dane çiyayên azad, bi dilêrî şer kirin da ku hebûn û rûmeta xwe biparêzin û bibin xwedî nasnameyeke azad.

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî bi sedan ciwanên Kurdistanî xwedî li rûmet û hebûna xwe derketin. Jin û ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê çek hilgirtin û ketin cenga rûmetê. Li kêleka şervanên çiyayî şer kirin û hêzên herî tundrew ên cîhanê bi bin xistin. Şervanên YPJ, YPG û QSD’ê li ser wê çanda berxwedan û qehremaniyê meşiyan û destanên qehremaniyê xêz kirin.

Diljîn Mazlûm jina Kurd a ciwan xwedî li keramet û neteweya xwe derket, bi sekna xwe ya berxwedêr tirs xiste dilê xayin û neyaran. Ew jina çeleng bû xwedî jiyana bi rûmet, parastina, xak û gelê xwe kir. Bû yek ji wan jinên jîr, zana û fedayî. Ruha Hesen xwedî li mîrateya jiyana azad derket , navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd û mirovahiyê de nivîsand. Di her kêliya jiyanê de bi têkoşîna xwe ji bo çand, nasname û azadiyê, bû xwedî kedeke bêhempa. Her dem ji heval û hogirên xwe re nimûne bû. Hevrê Diljîn Mazlûm bi sekna xwe ya berxwedêr bû remza jiyana azad û ji bo tevahî hevrêyên xwe bû xwedî jiyana bi wate.

Ew di navbera jiyan û şerê nasnameyî de bû ronahiya berxwedanê. Em di serî de ji fîlozof û mîmarê jiyana azad Rêber Apo, ji malbata hevrê Diljîn û ji tevahî gelê Kurd ê  welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Hevrê Diljîn Mazlûm li navçeya Amûdê, di nava malbateke welatparêz, xwedî şehîd û şoreşger de ji dayik bû. Di nav eşîra SirgUcî de mezin dibe. Hevrê Diljîn Mazlûm bi sekna xwe ya têkoşer di nav refên YPJ’ê de xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêş xist. Wê di rêya jiyana azad de ji bo hevrêyên xwe pêşengtî kir. Timî dixwest xwedî li keda Rêber Apo û şehîdan derkeve. Di nava jiyanê de xwedî taybetmendiyek dilnizm û fedAkar bû. Wê wekE jineke şoreşger xwe li ser pîvan û rêgezên jina azad perwerde kir û têkoşîn meşand.

Di nav şer û jiyanê de bû xwedî ezmûnên mezin û girîng. Hevrêya me Diljîn li navçeya Sirînê bi baweriyeke mezin heta hênaseya xwe ya dawiyê jiyana bi rûmet parast. Bêyî gav paşde biavêje li hember çeteyên dagirker şerê rûmetê meşand. Hevrê Diljîn 20’ê Çileya 2026’an li Sirînê tevlî karwanên nemiran bû û navê wê di rêza jinên berxwedêran de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin. Hevrê Ruha Hasan bi nasnav Diljîn Mazlûm hîna ji zarokatî de bi şehîdên malbatê soza xwe dabû ku dema mezin bibe wê beşdarî nava şoreşê bibe û wê li ser şopa wan têkoşîn bike. Şoreşgera çeleng soza xwe pêk anî. Ciwana fedayî Ruha Hesen beşdarî nava refên YPJ’ê, bû û her hewl da li gorî soza xwe tevbigere. Pratîk û têkoşîna wê li gorî soza wê bû.  Ew bû jineke pêşeng û serkêş.

Dema ciwanên Kurdistanê yên wiha şareza şehîd dikevin û nexasim jî jinên pêşeng û jîr ji bo me weke hevriyên wan dibe cihê xembariyê. Lê belê şoreşa Kurdistanê û bi taybet jî Şoreşa Rojava bi keda şehîdên qehreman û fedayî gihiştiye serkeftinê. Em jî weke hevrê û şagirtên wan soza xwe ji wan re nû dikin û dibêjin, em ê têkoşîna wan berdewam bikin, hedef û armancên wan ji bo wê canê xwe feda kirine pêk bînin. Careke din em bejna xwe li beramberî bîranîn û mezinahiya wan ditewînin, soza xwe re nû dikin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button