Mirov bi rêya rast digihêje azadî û aştiyê

Cûdî Cizîr

Hêza me ya nirxandinê heye û divê diyarde li gorî vê werin destgirtin. Me çi rast dît, çi şaş dît? Rastiyên me dîtin bi rastî jî rast bûn, şaşiyên me dîtin bi rastî jî şaş bûn? Yên xweşik ku me dîtin bi rastî xweşik bûn, kirêtiyên ku me dîtin bi rastî jî kirêt û nexweşik bûn? Divê em pirsa wan bikin û lêpirsîn bikin. Bi van lêpirsînan divê tenê em red nekin, bi têkoşînê karibin derbas bikin, mesafeyan bigirin, dilê xwe, mejiya xwe paqij bikin. Em ê bi nirxandin û şîroveyên xwe hewl bidin rastiyê bibînin.

Mirov dikare bêje ku rastî ronahî ye û mirov bi rêya rast digihêje azadî û aştiyê. Rastî bingehê jiyana mirov e. Mirov di rêya rast de bi rûmet dijî. Rastî mîna tavê ye û tarîtiyê diqelişîne. Ji bo jiyaneke rast û pak, divê mirov her tim li pey rastiyê be. Rastî ronahiyek e ku tariyê winda dike. Di jiyana civakî de, dema ku mirov xwe dispêrê rastiyê, bawerî û aştî çêdibe. Kê bi rastî îdeolojî û felsefeya Rêbertiyê qebûl kiribe, di pratîka xwe de wê pêk tîne. Çiqas pêk anîbe, ewqasî jî ev îdeolojî û felsefe qebûl kiriye.

Ji bo hemû rastî derkevin holê divê li ser bingehê azadiya tam be. Di vir de kesayet ji bo bibe xwedî helwest û îfadeya azad ya herî mezin divê ji bo rastiyê têkoşîn bike. Yanî mirov dikare bêje rastî, yek ji têgehên herî kûr û gerdûnî ye ku hebûn, hiş û wateya jiyana mirovatiyê tîne cem hev. Di wateya xwe herê bingehîn de, rastî rewşa  tiştan e ku weke hene, bêyî guhertin, xapandin an veşartinê xuya dikin.  Gotinên rast dibe ku carinan tal bin an jî dile mirov biêşînin, lê dermanê her demê ne.

Paşeroj, pêşeroj û dîroka gelan jî tenê li ser bingehê rastiyê dikare were avakirin û parastin. Naxwe mirov bêje rastî rêwîtiyeke ku mirov ber bi azadîyê ve dibe wê şaş nebe. Mirovên li dû rastiyê, li dû zanîn û rûmeta xwe ne. Ji ber vê yekê, parastina rastiyê û jiyana bi rûmet, mezinkirina erka exlaqî ya mirovahiyê ye. Bi rastî jî her kesê lêkolîn bike, dikare bibîne bê rastî çiqas bedew e.

Heke bi rastî em bi Rêbertiyê re hevaltiyê dikin û milîtanên  Rêbertî ne, pêwîst e ji xwe vê lêpirsîn bikin. Divê rastiya hevaltiya me derkeve holê. Hevaltî tenê bi axaftinê nabe! Rêbertiya em qebûl dikin wê hevaltiya rast esas digire, ji bo hevaltiyê dijî û her tiştî ji bo hevaltiyê pêş dixe. Bi rastî em vê çiqasî pîroz dibînin? Em çiqasî bi vê berpirsiyariyê dijîn û pêk tînin?

Şerê me yê hebûn û azadiyê, rastiya dîrokî civakî, rastî û rewşeke wiha derxistiye holê. Pêwîst e em di zanebûna rastiya Îmraliyê de bin û li gorî vê pergala qirkirinê ya Îmraliyê fêm bikin. Hewce ye em şerê hebûn û azadiyê li gorî vê bimeşînin. Divê ev rastî baş were dîtin. Piştî ku ev hat dîtin jî divê em zanibin xwe rast bikin. Bi rastî jî ev rewş weke xelekên zincîrekê ne. Eger her xelek rola xwe bilîze, zincîr temam dibe. Rastî yekpare ye. Heqîqet rastiya yekpare ye ku tê îfadekirin. Em heqîqeta rêxistinkirî û çalakkirî ne. Di pêşengiya berxwedana Rêbertiyê tiştekî em bi ser nexin nîne. Di vir de ya girîng pêşxistina hevaltiyeke rast e.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button