Heya dawiyê em ê di şopa şehîdên xwe de bimeşin

Gaziyê şer Mazlûm Yildiz ê xwedîderketina gel a li şehîdan silav kir got, “Em jî weke hevalên gaziyên şer soz didin gelê xwe ku heya dawiyê em ê di şopa şehîdên xwe û Rêbertiya xwe de bimeşin.”

Di vê pêvajoyê de li tevahiya Kurdistanê ji bo lehengên di oxira azadiyê de şehîd bûne taziye tên dayîn û gel bi girseyî serdana malbatên şehîdan dikin. Gaziyê şer Mazlûm Yildiz têkildarî mijarê nirxandin kir.

Mazlûm destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê li ser esasê dilsoziya bi şehîdan re manewiyateke herî bilind di nav civaka Kurd de ava kir û ev anî ziman, “Lewma tevî hemû, êş, zext, qetlîam, polîtîkayên birçîhiştin, sirgûn û hwd. gelê Kurd ji girêdana bi doza şehîd, Rêber û Tevgera xwe gav paşde navêje. Her şehîdekî me bû şitlek azadiyê. Şehîd temînata ku nirx û destketiyên hatine avakirin wê her tim bên parastin. Şehîdên me bi têkoşîn û jiyana xwe bûn hêviya jiyana azad.”

Mazlûm Yildiz anî ziman ku li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê merheleyeke nû dest pê kiriye û wiha domand, “Gelê me li welatê xwe, jiyan û civaka xwe di rêya şehîdan, bi raman û fikrên Rêberê ava dike. Gelê me bi îrade û hêza xwe ya ji şehîdên azadiyê werdigire têkoşîna xwe didomîne. Tevayî dinyayê dît bê gelê Kurd di nav xwe de leheng û egîdên çawa derdixe. Gelê Kurd, bi lehengên xwe tevayî tarîtî û siya mirinê ji ser xwe avêt.”

Gaziyê şer Mazlûm axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Li gelek bajarên Kurdistanê ji bo şehîdan taziye hatine danîn. Em weke hevalên gaziyên şer xwedîderketina gelê me ya li şehîdan pîroz û silav dikin. Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye û weke gelê serhildêr di dîrokê de cihê xwe yê pîroz girtiye. Em jî weke hevalên gaziyên şer soz didin gelê xwe ku heya dawiyê em ê di şopa şehîdên xwe û Rêbertiya xwe de bimeşin. Em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe tekez pêk bînin.”

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button