Hevrê û Fermandar Tekîn Goyî bi jîrekî û fedakariya xwe dihat nasîn

Leyla Amûdê

Serkêşê şoreşa azadiyê û pêşengê gel hevrê Tekîn Goyî her ji dil û can têkoşîn kir. Timî hewl dida ku ji gelê xwe re bibe ewladekî herî baş û şareza. Ji bo xwedî li wan derkeve û wan ji destê neyar û xayînan biparêze, bi salan kar û xebat kir. Ji soza xwe re wefadar ma. Hevrê Tekîn Goyî (Îsmet Unver) wek ewladekî, herêma Botanê û nexasim jî ewladekî şerker ê ji êla Goyiyan a li herêma Botanê bi şerkerî û mêrxasiya xwe di nav gelê Kurd de tê naskirin mezin bû. Hevrê Tekîn bi baweriya serkeftina şoreşê têkoşiya. Xwedî kelecan û coşa azadiyê bû. Bi wê manewiyata mezin jiya, ket dilê gel û hevrêyên xwe.

Hevrê Tekîn Goyî bi ruhekî xurt û dilşadî li qadan têkoşîn kir. Her xwedî hestê bilind û dewlemend bû. Şehîd Tekîn pir bi tevger û encamgir bû. Her karê dida pêşiya xwe, heya encam jê negirta terk nedikir û di vî warî de jî pir bi israr bû. Hevrê Tekîn Goyî di meşa xwe ya 32 salan de her wek mirovekî kedê dihate naskirin.  Ji 1992’yan heya şehadeta xwe bi lehengî têkoşîna xwe berdewam kir. Hevrê û qehreman Tekîn Goyî  bi ruhekî fedayî yê Apoyî meşiya. Fermandar û şareza Tekîn weke şopdarekî heqîqetê têkoşiya, bi sebir û vîneke pir mezin li hemberî dijmin, neyaran û şaştiyan li ber xwe da û bi qehremanî şer kir.

Fermandar û şoreşgerê dilêr Tekîn Goyî li gelek cih û warên welatê xwe geriya û têkoşîn kir. Jixwe carinan digot, “Ez di aliyê wijdanî de pir rehet im. Ji ber min ji bo welatê xwe kar û xebat kir. Min parçeyek ji canê xwe jî da. Ez ji zarokatiya xwe de têkoşer im. Lê ev nayê wê wateyê ku ez ê xwe bes bibînim û çalak nebim. Jixwe eger bi destekî û çavekî jî bim ez ê her têbikoşim û bibim parêzvanekî baş ê welatê xwe.” Hevrê, fermandarê çiyayî û dilxwazê welatê xwe Tekîn Goyî her dixwest ku careke din vegere wan çiyayên bedew û bilind ên di nav wan de mezin bû û gerîlayetî kir.

Wek tê zanîn hevrê û şoreşgerê zana Tekîn Goyî hîn di temenekî pir ciwan de beşdarî nav refên gerîlayên Kurdistanê bû. Di nav wan rêze çiyayên;Kurdistanê yên bilind û asê de mezin bû. Weke fermandarekî xurt û zana derket pêş. Ji hevrê û hogirên xwe re pêşengtî kir. Fermandar Tekîn Goyî wek serkêşekî ji xwe bawer û bi heybet ji hevrêyên xwe re bû rêzan. Beşdarî bi sedan çalakiyên serkeftî bû. Fermandar û hevrêyê hêja Tekîn Goyî di şer de her bû xwedî, risteke xurt û wek fermandarekî berpirsiyar çalak bû. Dema ku hevrê Tekîn Goyî diçû ser erk û peywirekê pir hesas, nêzî peywira xwe dibû û her dixwest ku serkeftî be. Dixwest di nava hevrê û hogirên xwe de were hezkirin û baweriya wan qezenc bike.

Hevrê Tekîn, “Eger ez biçim ser wezîfe û peywirekê, baş pêk neyînim û serkeftî nebim, ez ê pir şerm bikim, wê xirûra min jî biêşe.” Hevrê û mêrxas Tekîn Goyî ji Bakurê Kurdistanê û herêma Botanê cih û warê Egîdan, dest bi meşa xwe ya şoreşgerî kir. Li gelek herêmên Kurdistanê têkoşîn kir. Her dem jî serkeftî bû. Xisletek ji xisletên hevrê Tekîn ê herî balkêş jî ew bû her dixwest li cihên zor û zehmet têkoşîn bike. Ev xisleta wî jî dihişt ku rastî bawerî, qedirbilindî û hezkirina hevrêyên xwe bê û li cem wan her hêja û delalî be.

Fermandar û hevrê Tekîn Goyî şoreşgerekî ji dil û heqîqî bû.  Herî zêde jî li Bakurê Kurdistanê têkoşîn kiriye. Piştî qada Botanê, derbasî qada Mêrdînê dibe û ji wir jî derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Hevrê Tekîn di nav şer de wêrek û pir jêhatî bû. Ji hevalên xwe re bûye cihê bawerî û piştrastkirinê. Li Başûrê Kurdistanê jî herî zêde li Qendîlê maye û di nav gelê Başûr de jî kar û xebat kiriye. Hevrê û qehreman Tekîn Goyî sala 2014’an derbasî herêma Şengalê dibe û ji wir jî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Li wan qadan ciyê xwe di şerê giran ê  Kobanê de digire. Tevî hevalên xwe yên gerîla û zarokên Rojava şerekî bêhempa dimeşîne.

Hevrê û çeleng Tekîn Goyî şoreşgeriya xwe bi qinyat, bîr û bawerî dikir. Beşdarbûna xwe jî her serkeftî bû. Fermandar û leheng Tekîn Goyî çalak û bîrewer bû. Tevî ji lingekî xwe gazî bû jî pir aktîf û bi hêz beşdarî hemû kar û xebatan dibû. Her dixwest ku ji hevrêyên xwe re bibe mînak û wan çalak bike da ku hîn xurtir ji bo gel û welatê xwe têkoşîn bikin. Hevrê Tekîn Goyî bi vê rewşa xwe bi hevrêyên xwe re li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Ji bo wan çeteyên hov bû cihê tirs û xofa herî mezin.

Hevrê û fermandar Tekîn Goyî 32 salan li ser xeta fermandarên qehreman berdewam kir. Bi wêrekî têkoşiya da ku ji hevrê û gelê xwe re bibe cihê serbilindî û serfiraziyê. Fermandarê navdar û hevrêyê giranbiha Tekîn Goyî, li ser çanda qehremanan mezin bû. Ew jî xwedî li wê çanda resen û dewlemend derket, jêre bû bersiva herî xurt. Her tim ew çanda qehremanî û berxwedanê temsîl kir. Ew çand di şexsê xwe de parast. Hevrê û serdar Tekîn Goyî bi girêdana xwe ya bi fermandar û pêşeng Mahsûm Korkmaz re hevrêtiya xwe ya bi fermandar Ezîme, Zinarîn, Nûda re berdewam kir. Serkêşê navdar û jêhatî Tekîn Goyî di hevrêtî û sozdariya xwe ya bi şehîdan û gaziyên şer re her nimûne bû.

Şoreşgeriya hevrê Tekîn Goyî her bêqisûr û bêkêmasî bû. Di nav hevalan de dihat teqdîrkirin. Di mijara şer û jiyanê de pir kûr bû. Dizanî wê çawa hostatiya jiyana şoreşgerî bike û çawa ezmûna xwe bide heval, hogir û gelê xwe. Têkoşer û qehreman Tekîn Goyî hevrêyekî dilmezin û wêrek bû, şerker û xebatkar bû. Fermandar Tekîn xwe di warê siyasetê de jî gelekî kûr kiribû. Jixwe di nav xebatên parastina cewherî de jî xebitî û gel perwerde dikir da ku fêrî têkoşîna xweparastinê bibin. Bi salan gerîlatî kir û rola xwe ya xurt lîst. Çalak bû, ji bo wijdanê xwe jî rehet bike û layiqî keda Rêber Apo derkeve timî di nav livûtevgerê de bû.

Hevrê Tekîn her digot ku deyndarê Rêber Apo, şehîdan, gel û hevalê xwe ye. Dianî ziman ku divê pir xebat bike da ku deynê xwe bide. Her wiha digot, “Deynê min jî wê bi serkeftina şer, kar û xebatê were dayîn.” Hevrê û mamoste Tekîn Goyî perwerdeya xwe ya bîrdozî li cem Rêber Apo dît. Wê demê temenê xwe jî pir biçûk bû. Şoreşger û qehreman Tekîn, xwedî manewiyatek pir bilind bû û girêdana xwe ya bi şehîdan re di asta herî jor de bû. Li ser esasê wê dilsoziyê têkoşîna xwe ya bêhempa berdewam kir. Hevrê Tekîn Goyî timî digot, “Pêwîst e em wî meqesê ku di navbera me û Rêber Apo de vebûye bi canê xwe bigirin û em layiqî keda Rêberê xwe bin.”

Hevrê û şoreşgerê wêrek, canfeda û zana Tekîn Goyî li dijî dijmin û neyaran de gelekî tund û bi hêrs bû. Her tim digot, “Dem hatiye em fedayetiyê bikin da ku em planên xayîn û neyaran pûç bikin, tola xwe ya sedsalan ji wan rakin. Tekez divê em 24 saetan xebat û kar bikin.”

Di salvegera duyem a şehadeta hevrê Tekîn Goyî de, careke din soz didin ku em ê têkoşîna wî û tevahî şehîdên Kurdistanê bi serkeftînê tacîdar bikin û wan di roja xwe de bidin jiyandin. Em ê xwedî li ked û têkoşîna wan derkevin. Bejna xwe li pêşberî mezinahî û heybeta, pakrewanên Kurdistanê ditewînim. Di şexsê hevrê û qehreman Tekîn Goyî  de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û soza xwe ji wan re nû dikim. Şehîd ronahiya rêya serkeftina şoreşê ne.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button