Di neynika rastiyê de Rojavayê Kurdistanê

Gaziyê Şer Hozan Serhed

Di hevkêşeya jeopolîtîk a Rojhilata Navîn de rastiyên leşkerî yên li qadê û operasyonên manîpulasyonê yên li ser maseyê pir caran tevlîhev dibin. Di van rojên ku li tevahî Sûriyeyê hevkêşeya ji aliyê hikûmeta nû ya veguhêz a di bin serokatiya Ehmed El-Şera de hat guhertin, pêvajoyên entegrasyonê, agirbest û pêngavên leşkerî yên herêmî li hewayê difirin, rast xwendina şikestinan, tê wateya qetandin û avêtina gotinên çêkirî yên statukoyê.

Yek ji şaşîtiyên herî mezin ên li qadê ew e ku pêkhateyên leşkerî yên navend Şam, weke hêzeke mezin tên nîşandan û gefên li ser hebûna Rojava, ji navnîşana şaş re tên fatûrekirin. Analîzeke rast, dîtina aktorên bingehîn ên li pişt perdeyê, stratejiya resen a Kurdan pêş xistiye û hêza cewherî ya gel ferz dike.

Îradeya li Şamê, eger xwedî hêzeke herî biçûk a leşkerî bûya ku karibe xaka Rojava dagir bike, ji bo vê yekê kêliyekê jî nedisekinî û tavilê diket nav livûtevgerê. Ji rabirdûyê heta îro windakirin an jî destguhertina herêmên stratejîk ên weke Reqa û Dêrezorê, ne encama zekaya leşkerî yan jî serketina operasyonel a wan pêkhateyan e. Berevajî vê, ev windahî encama rasterast a xiyanetên kûr ên li hundir û pejirandinên demkî yên hêzên gerdûnî, bi taybet yên DYA’yê ne.

Bizavkirina pêkhateyên di rawestandina ser piyan de zehmetiyê dikişînin, weke navendên hêzê yên herêmî, tenê rêveberiyeke têgihiştinê ya trajîkomîk e. Dema piştgiriya derve û tifaqa çêkirî jê bên derxistin, bi eşkereyî tê dîtin ku ev mekanîzma ji qalikekî pûç pêve ne tiştek in.

Rastiya herî tazî ya li qadê ev e: Eger piştgiriya leşkerî, lojîstîk û stratejîk a rasterast a Tirkiyeyê nebûya, artêşên li Şamê nedikarîn di nêzî sînorên Rojava re jî derbas bibin. Ji ber vê yekê îro ji bo gelê Rojava û hêzên parastinê rawestana li ber van pêkhateyan, ne tenê tê wateya şerkirina li dijî lîstikvanekî herêmî. Ev berxwedan di heman demê de şerekî topyekûn ê li dijî balafirên şer ên modern, teknolojiya balafirên keşfê yên biçek-bêçek, tank û pêkhateyên çeteyên paramîlîter ên dewleta Tirk ku li pişt wê rejîmê hatine bicihkirin.

Divê mirov li fîguranên li ser hedefê nenêre. Hewce ye mirov li mekanîzmaya leşkerî û teknîkê ya mezin a li pişt wan binêre. Mixabin hafizeya girseyan carinan pir zû dikare bê paqijkirin û dersên dîroka nêz tên jibîrkirin. Avhewaya tirsê ya ji guhan dikişe guhan, dikare mirovan li hemberî dîroka berxwedanê ya erdnîgariya ku têde dijîn kor bike.

Lê belê ne hewce ye mirov pir dûr bide pey. Tiştên li qadeke teng û sînordar mîna Bendava Tişrînê qewimîn di hafizeyan de teze ne. Tevî her cure serweriya teknîkî, çekên giran û bi hezaran çeteyan ên Tirkiyeyê şandin qadê, diyar e ku wan di wê qada teng de jî nekarîn encama dixwestin bi dest bixin. Ev têkçûnên berbiçav ên li qadê, îspata herî zelal in ku serweriya teknîkî li hemberî bawerî û hêza rêxistinbûyî nikare her dem serkeftina mutleq bîne.

Gelo tevî van hemû dorpêçên gerdûnî û herêmî ev ax çawa li ser piyan ma? Li vir divê mirov kodên veşartî yên stratejiya resen a Kurdan a serkeftina leşkerî veguherand serketina siyasî bixwîne. Rojava ne tenê hêzeke leşkerî ye ku li eniyê şer dike. Stratejiyeke aqilmend afirandiye ku li ser maseya dîplomasiyê xeta xwe ya serbixwe ferz dike û rewatiya xwe ji gel digire. Koda veşartî ya yekem a vê stratejiyê, xeta “Rêya Sêyemîn” e. Kurdan ne xwe kirinê dûvikê hêzên emperyalîst, ne jî xwe li ber rehma dîktatoriyên herêmî hiştine. Li ser bingehê hêza xwe ya cewherî, tifaqa taktîkî ya demkî pêş xistine. Li dora maseyê jî tawîz ji xetên xwe yên sor nedane.

Koda veşartî ya duyem a serkeftinê jî îradeya gel a rêxistinbûyî ye ku avabûna leşkerî û peymana civakî (modela komîn û meclîsan) bi hev re dimeşîne. Ji ber destê çekê digire û dengê îradeyê beyan dike ji heman çavkaniyê têr dibin, her serkeftina li eniyê veguheriye saziyeke siyasî. Rojava destkeftiyên xwe yên leşkerî di dîplomasiya navneteweyî de veguherandiye daxwaza statuyeke hiqûqî û siyasî. Bi vî rengî her carê pêngavên dijminên xwe yên ji bo asêkirina di nav paranteza (terorê) de pûç kiriye.

Ev dîplomasiya nerm, lê bi rêgez a li dora maseyê tê nîşandan, yekane mifteya veguherandina keda leşkerî ya li qadê ji bo serkeftina siyasî ye.

Mezinberçavkirina rejîmên qels ku şiyanên leşkerî û siyasî qedandine û bi destwerdanên derve li ser piyan dimînin, berî her tiştî neheqî ye li hember keda kesên ji bo vê axê berdêl dane û qet nenasîna hêza cewherî ya gelê Kurd e ku di pêvajoyên dîrokî de bi neynûkên xwe ava kirine. Pêşeroja Rojava bi tirsên çêkirî yan jî bi mezinberçavkirina dijmin nayê avakirin. Îdealîzmeke rasteqîn, analîzkirina rast a kapasîteya teknîkî ya dijmin û piştgiriya wî ya ji derve ferz dike. Lê di heman demê de dîtina qelsiya wî ya hundirîn û pêbaweriya bi hişê siyasî, îradeya rêxistinbûyî ya xwe afirandiye dixwaze.

Dîrok serkeftina gelên hay ji hêza xwe hene, kodên xwe yên stratejîk rast didin xebitandin û teslîmî îlluzyonan nabin wê binivîse.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button