Ji qirkirinê ber bi siyaseta demokratîk ve

Cûdî Cizîr

Gelê Kurd bi sedê sal in bi kiryarên înkar, îmha û qetlîamê re rû bi rû ma. Tevî van hemûyan jî ti carî serî netewand. Li hember wan kiryarên dij mirovî û dij civakî di pêşengiya Rêber Apo de Tevgera Azadiyê ya di dîroka Kurdistanê de rêxistina herî berfireh, îdeolojîk û felsefîk derket holê.

Tevgera Azadiyê têkoşîna gelê Kurdistanê gihand asta gelên hemdem a cîhanî. Bi vî rengî derket pêşberî mirovan û mohra xwe li azadiyê dide. Ji lewra wezîfeyên gelek mezin li benda me ne. Bi azadiya gelê me wê gelên bindest jî feyde bigirin.

Civaka nikaribe heqîqeta xwe diyar bike, dikeve rewşeke herî giran a koletiyê, asîmîlasyon û qirkirinê. Derketina Tevgera me hember qirkirinê ye. Em têkoşîneke pîroz dimeşînin. Helbet hêza ku di mijara azadiya xwe de biryara esasî bide, gelê me bi xwe ye. Di dîroka Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê de pêşketinên gelek mezin çêdibin. Tecrûbeyên têkoşînê pir çêbûne.

Taybetmendiyên di çêbûna Tevgera me de xwe didin der, encamên rasterast ên têkoşîna dîrokî ne û di pêşengiya Rêbertî de çêdibin. Pêşketinên siyasî yên çêdibin, berhemên şoreşa Kurdistanê ne. Yê van diafirîne, Rêber Apo bi xwe ye. Wê demê divê gelê me di vê xalê de heya dawî realîst be, li gorî van rastiyan bifikire û xwedî têkoşîn bin.

Pêwîst e li cîhanê û taybet jî li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd rast were fêmkirin. Di vê mijarê de ji sivikbûn, sereserbûn û nenaskirinê divê mirov dûr bisekine. Têkoşîna Rêber Apo,  têkoşîna hilweşandina qirkirina li ser hebûna Kurd û pêşxistina siyaseta demokratîk e.

Siyaseta demokratîk rêbazeke rêvebirinê ya li ser bingehê azadî, wekhevî, pirrengî û beşdariya gel ava dibe. Bi paradîgmaya Rêbertî re siyaset li Rojhilata Navîn berfireh dibe. Komara demokratîk tê avakirin. Siyaset edî tenê ne di destê yek kesî de ye, di destê civakê de ye û pêşengên civakê jî kadroyên Apoyî ne. Siyaseta demokratîk li şûna tundiyê û zextê, diyalog, muzakere û çareseriya aştiyane dipareze. Dem dema siyaseta demokratîk e. Di pêşengiya Tevgera me de armanca herî mezin pêk tê.

Siyaseta demokratîk ne tenê deng û sindoqên hilbijartinê, jiyaneke azad û bi rûmet e ji bo hemû endamên civakê. Siyaseta demokratîk pêvajoyeke zindî ye. Her roj bi têkoşîna civakê, hişyariya welatîbûnê û parastina azadiyan nû û geş dibe. Gel bi xwe bênavbeynkar, beşdarÎ biryardayînan dibin. Siyaseta demokratîk civaka exlaqî û polîtîk a dixebite îfade dike.

Heqîqetên civakî herî zêde xwe di civakên demokratîk de nîşan didin. Îfadeyên heqîqetê bi awayên felsefe, zanist û hunerê herî baş bi civaka demokratîk bi ser xwe ve tên. Civakeke timî xwe bi heqîqetan wedî bike dikare di tewazuna îdeal a kom û ferd de bijî.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button