Gaziyê şer û dilsozê xaka xwe: Aram Îbrahîm

Şehîd Aram Îbrahîm ku du dest û lingekî xwe di şoreşê de winda kir, ti carî dest ji têkoşînê berneda. Bi dirûşma ‘Heta dawiyê xizmeta ji şoreşê re’ hate naskirin. Ne tenê ewladê dayik û bavê xwe bû, bû ewladê temamiya Rojava.
Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) Çileya 1996’an li gundê Elîfero yê Qamişloyê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi ziman, çand, dilsoziya bi gel û xaka xwe re mezin bû. Li gel israra malbatê jî dibistan dewam nekir, jiyana lê dihate ferzkirin qebûl nekir, ji bo welatekî azad ket nava lêgerînê. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ber bi jiyaneke nû ve gav avêt. Ya rast, Aram tişta ku lê digeriya dîtibû. Orhan Qamişlo ku di nava hevrêyên xwe de bi navê Aram dihate naskirin, di dema herî zehmet a berxwedana Rojava de ji Serêkaniyê heta bi Dêrazorê di têkbirina DAÎŞ’ê de kedeke mezin da. Li dijî hêzên dagirker ên li pey tinekirina destketiyên Şoreşa Rojava bûn, li refên herî pêş li ber xwe da.
Aram di şerê dijî DAÎŞ’ê de berxwedaneke mezin kir, sala 2015’an li Til Temirê dema ku hewl da hevrêyekî xwe yê birîndar ji qada şer bibe cihekî ewle, birîndar bû û destekî xwe winda kir. Ji bo kêliyekê jî xwe venekişand û bi sekna xwe ya bi biryar li eniya pêş her tim bi pêş ve çû.
Aram sala 2017’an tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bû û destê xwe yê din tevlî lingekî xwe winda kir. Ji hêzên leşkerî qet qut nebû, di hemû demên giran ê şer de bi rola pêşengiyê rabû. Xizmet ji gel û hevrêyên xwe re kir. Aram ku haya xwe ji nasnameya xwe ya gazîtiyê hebû, guh neda zor û zehmetiyên fizîkî. Di rêya kedê de ji bo hêjayî pênaseya ‘Şehîdên sax’ a Rêber Apo ya ji bo gaziyan bibe, xizmet ji şoreşê re kir.
Artêşa Tirk 3’yê Tebaxa 2023’yan li gundê Hirmeşêxo yê Qamişloyê êrîşî wesayîtekî kir û di encamê de Aram, Xerzan, Diyar û Welat şehîd bûn.
Gaziyên şer ti carî heval û hevrêyê xwe Aram ji bîr nekirin. Bi navê şehîd Aram klînîkek hat vekirin û bi salan li wê klînekê gaziyên şer hatin tedawîkirin.




