Hêza jin hêza jiyanê ye
Cûdî Cizîr

Tê xwestin ku ji pirsa “Azadiya jinê çi ye?’’ re bersiv bê dayîn. Pirsên me ên balkêş henê. Baş e em ê çawa bersivê bidin? Em dixwazin jin weke hêzeke polîtîk a rastî pêş bixin. Tevgera me têkoşîneke ku jin pêş xistiye meşand û dimeşîne. Ev têkoşîn îro di radeyeke pêş de bi rê ve diçe. Em hizir dikin me ev di rastiya xwe de baştir fêm kiriye. Tenê yên ji jiyanê hez dikin dikarin jiyana azad pêk bînin. Bersiva jiyana mezin têkoşîneke mezin e. Helbet dema ku jin dibe mijara gotinê, divê mirov xwedî zanist be. Ji ber zanist civakan vedikole. Jixwe bi têkoşîna me jina azad tê afirandin.
Milîtan, di vê mijarê de têkoşîneke bê hempa didin û ji çawa bijîn re li bersivan digerin. Bi vî awayî ev jiyan, bi rastî jî tam dibe helbestek û romaneke bêdawî. Di cîhanê de hêza mirov bi hewldana şoreşgerî dest pê dike. Hewldana şoreşgerî hêz dide avakirin û ev hêz jî ber bi jiyana azad ve dibe. Jin, xwediya jiyan û axê ya rastî ye. Jin jiyanê diparêzê. Di heman demê de jî dermanê rêya aştî û demokrasiyê ye. Jin û demokrasî ruhê jiyana azad in. Heqîqetek heye ku jina xwedî lêgerîna azadiyê bi ramanên Rêber Apo hişyar bû. Ji bo vê jin û ciwan fedaiyên Rêber Apo ne. Têkoşîna me ya herî mezin, di kesayeta jina azad de israr e. Ji wir pê ve divê mirov girîngî bide xebata demokratîk. Herî zêde pêdiviya jin û ciwanan bi aştî û azadiyê heye.
Demokratîkbûna jinê, di heman demê de siyasetê jî dike demokratîk. Nasnameya me ya bi jinê re ev e, formasyona me ev e, lênêrîna me li jinê ev e. Xeta azadiyê ya em bingeh digirin jî ev e. Jina herî bedew, herî nirxdar, herî ya pêwîst e jê bê hezkirin wê çawa derkeve holê? Ev pirseke baş e. Jina xweşik, wêrek, xwedî vîn, dikare cîhanê fetih bike. Heta ku jin nebe demokratîk, civak nabe demokratîk. Nan, av, rûmet, jiyan bi vê ve girêdayî ye. Divê civak perwerdeyên xwe di şaxê mîtolojî, felsefe, zanista dîrokê û hunerê de bikin. Bi vê zanînê di roja me de rêxistinên civaka sivîl biafirînin. Di mijara jin û êş, jin û edalet jin û azadî, jin û huner, jin û xweşikbûn de divê lêkolîn werin kirin. Pêwîst e ev xebat bibin pirtûk û berhem. Divê civaka me bi temamî rêbaza demokratîk ya zagonî bingeh bigire.
Tevgera me di azadiya jinê de bi israr e. Meseleya jin meseleya civakî ye. Divê civaka me meseleya jinê baş têbigihêje. Em şervanên Tevgera Azadiya Jinê ne. Wek lêgerînvanên heqîqetê em wateya jiyana azad di jin de dibînin. Ji bo azadiya jin em şoreşgerên ku di çavên jin de ronî dibin. Jinan di asteke zêde de pêş ketin, di rêya azadiyê de pir pêşde çûne. Hêza jin hêza jiyanê ye. Em bi zimanê Apoyî diaxivin û em wisa dijîn. Bi zimanê xwedawendan axaftin, ne hêsan e. Jiyana bi jinê re divê weke hestên welatparêziyê werin nirxandin. Divê civak bi jiyana jinên azadbûyî re serbilind bin. Yanî mirov dikare beje gihiştina jina azad rûmet e. Divê civaka me xebatên xwe li ser bingehê akademiyên azadiyê bi rê ve bibin. Jin û ciwan dikarin giraniyê bidin xebatên demokratîk û hunerî. Ev karên pîroz in.
Tiştekî ku cesaret û vîn nikaribe fetih bike nîne. Yên îdîa û hêrsa xwe hene vê yekê bi ser dixin. Yanî mirov dikare beje ku jina azad bingehê jiyaneke wekhev, rûmetdar û hişmend e ku têkoşîna li dijî zîhniyeta desthilatdar û zilmê tê afirandin. Ev felsefe bi dirûşma sereke ya mirov dikare bi Tevgera Jinên Azad re bixwîne tê wateya hebûna jineke xwe nas dike, li ser piyan e û civakê jî diparêze. Jina azad, civakeke azad e. Azadiya jinê weke mifteya azadiya hemû civakê tê dîtin. Divê mirov vê rastiyê jî bibîne ku jina azad di hemû qadên jiyanê de bi ked, çand ziman û têkoşîna xwe pêşengiyê dikin.
Jina azad bingehê azadiya civakî, wekhevî û berxwedanê ye ku bi felsefeya jin jiyan azadî tê watedarkirin. Xeta me ya jina azad îro li çar aliyên cîhanê deng veda ye. Azadiya jinê mifteya vekirina deriyê civakeke demokratîk û nû ye. Em şoreşgerên Apoyî bi keda xwe jiyaneke nû diafirînin. Dilsoziya nirxan divê bibe soza me ya yekane ya azadî û rûmetê.




