Cewherê jin bi rastiya civaka azadîxwaz re hat afirandin

Cûdî Cizîr

Dema em qala zayend, zayendperestî,  jin û hebûn, nasname  û hwd. bikin, ya rastî em qala civaka ji rastiya xwe hatiye derxistin dikin. Ji bo em karibin hin bêhtir xwedî zanista xwe bin, ev pêwistî sereke  ya mirov bi xwe ye ku em nas bikin, têkoşînê rast bimeşînin û encameke baş bigirin. Di serî de em van pirsan bikin: Zayend çi ye? Zayenperestî çi ye? Jin kî ye? Çima jinbûn weke sûc tê dîtin? Nasname, îrade, nirxên hebûna me, azadiya me çawa hatin pelçiqandin?

Dewlet jinê weke nasname û hebûn çawa bi kar tîne? Rêbertî çawa pênase dike û çawa rol dide jinê? Ev pirsgirêk pirsgirêka tevahî mirovahiyê ye. Ji ber vê pêwîst e werê destgirtin. Her tim di nav jiyan û nîqaşên me de divê zindî were hiştin. Ji ber nayê nîqaşkirin nayê fêmkirin û çareserkirin. Ev ne mijareke erzan, ne jî sivik e. Mijareke wisa ye ku azadiya me bi civakê ve girê dide.

Zayend û zayenperestî ji hev pir cuda ne. Lê pir caran tê tevlîhevkirin. Zayend di nava giştî zindiyan de heye û ev tiştekî xwezayî ye. Hebûn li ser dualîbûnê çêdibe. Mê û nêr tiştekî xwezayî û biyolojîk e. Zayend li gorî cih nayê guhertin. Li her derê de eynî ye. Zayendperestî amûreke ku desthilatdariyê bi xwe derxistiye holê ye. Bi wê re hem mê hem jî nêr li gorî berjewendiyên xwe  dixebitîne. Bi vê hişmendiyê zîhnîyetên parçekirî, mirovên parçekirî, jiyanên parçekirî ava dike. Ji ber vê jin jinbûna xwe weke sûcekî dibîne. Ev cehaleta herî mezin ya nezanînê ye.

Di civaka xwezayî de jin sedema hebûnê bû. Ji ber pratîka xwe ya jiyanê nasnameya tarzê civakê bû. Hem di warê jiyanê de, hem warê kombûnê de xwedî otorîteyeke xwezayî bû. Jiyana klan di nav hevsengiyekê de bû. Klan bingehê civakê, hafizeya destpêkê, zîhnê yekem û pêşketina têginên baweriyê bû. Jin herî zêde xwedî hebûn bû û roleke diyarker dilîst. Şoreşa Neolîtîkê di heman de şoreşa mezin ya zîhniyetê ye. Ji ber ku afirandin, peydakirin, pêşxistina amûrên cotkariyê, kedîkirina ajalan, gundên mezin, ziman û hwd. bi gişti berhemên vê demê ne.

Piştre bi pêşketina desthilatdarî û avabûna dewletê ya bi serweriya mêr, her tişt berevajî dibe.  Jin winda dibe. Bi windabûna jinê re exlaq jî winda dibe. Baviksalariya îcada dewlete ye, hemû nirxan li gor berjewendiyên komeke elît û serwer bi kar tîne. Belê piştî van bûyerên dîrokî mirov bi rehetî dikare beje ku jin ji rastiya xwe hate dûrxistin.

Di Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo de tişta yekemîn a hatiye serxistin ew e ku zanista jin, heqîqeta jin û cewherê jin bi rastiya civaka azadîxwaz re hatiye afirandin. Em jinê cidî digirin. Jin xwe fêm dike û nas dike. Bi ramanên Rêbertiya me re nêzîkbûnên zilam ên kevneşop, çewisînêr û diperçiqîne hatin astengkirin û sekinandin. Civaka azad û welatê azad ku em hemû bi hesreta wê ne wê tekez ava bibe.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button