Gaziyên şer tevlî çalakiya ji bo şehîdên azadiyê bûn

Gaziyê şer Egîd Herekol

Bi beşdariya gaziyên şer li Navenda Ciwanên Şoreşger a li Girkê Legê ji bo şehîdên azadiyê çalakiyek hat organîzekirin.

Çalakiya gaziyên şer rastî eleqeyeke zêde hatin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dêrikê Suad Mustafa axivî û diyar kir ku ciwan bingehê şoreşê ne û ew ê rêya ciwanên şehîd û hemû şehîdan bişopînin.

Di çalakiyê de li ser fedekariya şehîdan helbest hatin xwendin û koma Şopdarên Rojê şanoyek pêşkêş kir.

Di dawiya çalakiyê de sînevizyona der barê jiyan û têkoşîna şehîdan de hat pêşandan.

Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin û Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button