Ezîz Hezex: Şehîd û gazî nirxên herî pîroz in

Gaziyê şer Ezîz Hezex destnîşan kir ku Rêber Apo Tevgera Azadiyê rola pêşengtiyê daye gaziyan û got, “Di nav Tevgera me de şehîd û gazî nirxên herî pîroz in. Bi vê zanebûnê dema mirov li mijarê dinêre tê dîtin ku rola gaziyan ji dema ne gazîbûn zêdetir e.”
Gaziyê şer Ezîz Hezex ê demeke dirêj di rêveberiya gaziyan de cih girt, têkildarî wate û berpirtsiyartiya gaziyan a di nav têkoşînê de nêrînên xwe anîn ziman.
Ezîz Hezex bal kişand ku Rêber Apo gaziyên şer weke şehîdên nemir pênase kiriye û ev anî ziman, “Li ser vî esasî berpirsiyartiya gaziyan girantir dibe. Şoreşgerek dema tevlî nav têkoşînê dibe yan di aliyê keda bedenî yan jî keda fikrî de têkoşîn dike. Lê dema mirov dibe gazî hewce dike mirov di gelek aliyan de xwe pêş bixe. Ji ber Rêbertî û Tevgera Azadiyê rola pêşengtiyê daye gaziyan. Di nav Tevgera me de şehîd û gazî nirxên herî pîroz in. Bi vê zanebûnê dema mirov li mijarê dinêre tê dîtin ku rola gaziyan ji dema ne gazîbûn zêdetir e.”
Gaziyê şer Ezîz bi bîr xist ku di dewletan yan jî tevgerên cuda de dema kesek di şer de birîndar dibe piştî tedawiyê wî datînin cihekî, mîna êdî bi kêrî tiştekî nayê û hewcedar e tê destgirtin û wiha evanî ziman, “Lê di Tevgera Azadiyê de berpirsiyartiya ya herî girîng û rola pêşengtiyê ji bo gaziyan tê dayîn. Vaye Tevgera Apoyî bi van nêzîkatiyên xwe û pratîka xwe ji yên din cudatir e. Ev tiştekî wer jixweber nîne. Eger ferd wateya armanca tişta ji bo wê berdêl daye fêm bike, helbet wê ji her kesî bêhtir xwedî li doza xwe derkeve. Ji ber ji bo vê armancê xwîn daye, ji bedena xwe parçe daye. Vaye tişta gaziyan şer ên Apoyî weke wezîfe ji xwe re esas digirin ev e.”
Gaziyê Şer Ezîz Hezex anî ziman ku Berê me behsa şoreşên Kuba, Vîetnam û şoreşgerên weke Che Guevera û hwd. dihat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe “Me jî ew mînak digirtin. Lê îro em dibînin ku şoreşa me ji hemû gelan re bûye hêviya azadiyê. Bi sedan hevrêyên me yên leheng hene ku hevalên enternasyonal ên beşdarî nav Tevgera me bûne navê wan li xwe dikin. Heval Mazlûm bi gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ çalakiya herî mezin li hember cûntaya faşîst pêş xist. Heval Xeyrî yê di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin de her roj bi awayê bedena wî diheliya çû şehadetê digot, ‘Li ser kêla gora min binivîsin deyndarê gelê xwe ye.’ Hevrê Zîlan bi gotina, ‘Xwezî tiştek ji canê min zêdetir hebûya ku min daba’ ew çalakiya dîrokî pêk anî. Bi sedan hevalên me yên wiha wate û girîngiya têkoşîna me ya Apoyî îfade dikin. Gaziyên Apoyî yên şopdarên van lehengan e. Ji her demê zêdetir ji bo parastina nirxên xwe di nav têkoşînê de ne. Parçeyên ji bedena xwe dane bi xurtkirina aliyên xwe yên din temam dikin û pêşengtî çawa tê kirin nîşan didin. Ev ji bo me hemûyan cihê serbilindiyê ye.”
Ezîz destnîşan kir ku mirov çiqasî di aliyê rastiyê de lêhûrbûnên bîrdozî bike pêşiya mirov ewqasî vedibe û got, “Ti carî ji bo hevrêyên gazî bêmoralî, xemgînî nabe. Divê hevalên gazî tiştek wer layiqî xwe jî nebînin. Têkoşîna me hê berdewam dike. Perspektîfên pir bi nirx ên Rêbertî ji bo hevalên gazî hene. Ev ji bo me hemû hevalên gazî perspektîfên herî bi qîmet ên wê tekez me bigihînin serketinê ne.”
Gaziyê şer Ezîz Hezex axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Di salên 1990’an de hevalê Çekdar li Botanê xebat dimeşand. Cara destpêkê 1992, cara duyem 1994’an birîndar bibû. Lingekî xwe winda kiribû û tiliyên destekî wî qut bibûn. Heval Çekdar du lingên protez ji xwe re çêkiribû. Yek kiribbû lingê xwe, yê din jî di çenteyê xwe de bi xwe re digerand. Digot ku dema lingê wî yê protez ê bi kar tîne bişike wê yê yedek bixe şûna wî. Hevrê Çekdar bi vî halê xwe li çiyayên azad gerîlatî dikir. Timî bi coş û moral bû. 1997’an li Gabarê di şerekî de şehîd bû. Dema eskerên Tirk heval Çekdar dîtin şok bibûn. Weke gaziyên şer em hevalên hevrê Çekdar, Cemîl Amed, Tekîn Goyî, Karker Êrîş, Aram Îbrahîm, Deştî Amanos, Sorxwîn Rojhilat, Hogir û Serkêş in. Wan hevalan tevî ji bedena xwe parçe jî dabûn, di asta herî jor de rêveberî û pêşengtî ji hevalan re kirin û dema li ser erka xwe bûn, çûn şehadetê. Weke hevrêyên gazî em ê timî di rêya van hevrêyan de bimeşin.”




