Jiyan bi azadiyê re watedar e

Cûdî Cizîr

Jiyan çi ye û têkiliya wê bi azadiyê re çawa ye? Jiyan çawa tê nirxandin, Mirov çawa digihije jiyana azad? Belê jiyan reng bi reng e. Carinan nayê nivîsandin. Carinan jî bi pênûsên şopînerên heqîqetê tê nivîsandin. Carinan rastiya jiyanê bi hêza xwe ya cewherî, ji hemû mirovahiyê re meydanê dixwîne û dibêje; rastî ev e. Heqîqet ti caran winda nabe, li ku derê dibe bila bibe, kesên xwediyên rastiyên jiyana azad in serî radikin û bi wêrekiya xwe ya cewherî gotinên xwe vedibêjin.

Naxwe Ez kî me, ji ku têm, divê çawa bim, pêdiviya min bi jiyanek çawa heye? Ez ê destpêkê xwe binasim, xwe bikim xwedî vînek azad, zanebûnek azad û hêzek azad. Ya herî xweşik, mirov çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike. Jiyana herî xweşik, jiyana ku mirov bi destê xwe bihûnê ye. Em bi jiyanê fêrî têkoşînê bûn. Hestên me dîrokek ji têkoşîn û berxwedanê tînê ziman ku bi hevrêtî, wêrekî, û ruhê fedaî tê pênasekirin. Tov û xeyalên jiyana azad di têkoşîna me de şîn bû. Ji ber wê jiyana me çavkaniya azadiyê ye. Di asta kes de azadî ew e ku mirov karibe beyî zext, tirs û fişarên derve biryarên xwe bide.

Em şoreşgerên Apoyî me jiyana xwe weke teqez kiriye xizmeta şoreşê. Ji ber em daxwaza azadiya gelan dikin. Jiyana me, azweriya me, heyecana me û coşa me şoreş e, pêşxistina şoreşê ye. Ev jî, jiyana me û her tiştê me ye. Me jiyana xwe teqez daye ber fermana şoreşê. Jiyan,  coş û heyecana me şoreş e, pêşxistina şoreşê ye. Ev jî jiyana me û her tiştê me ye. Jiyana me li dijî tevahî dîrokê, dîroka koletiyê serhildanek e. Azadî, ji bo me beriya nan û avê de tê.

Azad jiyîn û bi jiyana azad re bûyîn bi rastî jî pir bi nirx e. Jiyan ji bo me hebe, wê azad be, yan jî  wê qet nebe. Mînak, ji bo pêşî li jiyana azad bê vekirin em derketin derketin û me çek rakir. Ji bo azadiya fikir, hêzbûna vîna me û bersiva pirsa jiyanek çawa bidin mirov neçare jiyana azad li ser bingehê rastiya paradîgmaya Rêber Apo ava bike. Her mirovek li cihê lê ye berpirsiyar e li ser bingehê rastiyên bîrdozî û rêxistinî bijî û têkoşîn bike. Têkoşîna şoreşgeran jî wisa pêş ketiye. Yanî şoreşgerên Kurdistanê di dîroka têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê de bi berxwedan, ked û felsefeya xwe mîrateyek mezin li pey xwe hiştine.

Razên jiyanê û razên bajaran dişibin hev. Bedenên jiyanê û bedenên bajaran jî dişibin hev. Di jiyana mirov de, kesên di nav mirinê de bêmiriniyê diafirînin hene. Abîdeyên mirovahiyê hene ku çawa xwe digihînin asta bêmiriniyê, di heman demê de bêmiriniyê diafirînin navnîşana xwe nîşanî her kesî didin. Li ser navê pîrozbûna jiyanê çi hebe di ramanên Rêbertî de hene. Rengîniya jiyanê ya xweşik, tovên xwe destpêkê li cîhana me hatiye reşandin. Di Kurdistanê de hêza mirov bi hewldana şoreşgerî dest pê dike.

Hewldana şoreşgerî hêz dide avakirin. Pêre jiyana bedew tê afirandin. Pîvanên me yên jiyanê berfireh in. Jixwe Rêber Apo divê çawa bê jiyîn daye diyarkirin. Belê, ev jiyan li ser bingehê bîrdozî û ramana Rêbertî bû heqîqet û ket jiyanê. Belê, xelata sedsala 21’an a mamostayê mirovahiyê kiriye diyarî têr dike ku temenê mirovahiyê pê dirêj bibe. Yên dixwazin bi rûmet bijîn, bila berê xwe bidin cihê rûmeta mirovahiyê û cihê berxwedana sedsala 21’an. Yên bixwazin agirê heqîqeta dîtina rûyê mirovahiyê bibînin, bila berê xwe bidin, welatê em jê re dibêjin; “Welatê Rojê” û xwe li ber tîrêjên rojê germ bikin. Wê hingê jiyan li gel wan bi wate bibe. Dê wê demê zanibin ku ew jî mirov in û wê nirx bidin jiyana xwe.

Bêguman ev hebûna mirovahiyê ye, ev lêgerîna jiyan û azadiya mirovahiyê ye. Jiyana hevpar nebe, jiyan nabe. Gava yekemîn jiyan be, gava duyemîn weke rasteqîneke rêxistinî û civakî ye. Ji bo jiyaneke pak, azad, wekhev û bi hiqûq pêwîst e hezkirin hebe, hestên bi rûmet hebin. Lê ev tenê têrê nake. Ji bo jiyaneke mezin mirov lazim e xwedî şerekî mezin be. Şerê rast jî şerê jiyanê ye, em bi wî ruhî ji jiyanê hez dikin.

Em kesên Apoyî fêr bûn ku bi jiyanê re, mirov çawa bijî û bikene. Jiyan ji eşqekê dest pê dike, ew eşq ji bo her mirovî tê guhertin, lê ji bo mirovên bi wijdan, ji tiştekî dest pê dike. Ew ji lêgera heqîqetê dest pê dike, ber bi civakek zanistî ve dikeve rêya azadî û pîrozbûnê. Wexta ku mirov li rengê jiyanê dinêre hêz, vîn, hezkirina jiyana rast hebe; wê ti hêzên paşverû, dagirker û mêtinger nikaribin wargehên azadiya mirovahiyê têk bibin. Di mirov de jiyan bedenek e, sînorek e bê dawî ye. Rêber Apo dibêje; “Yan jiyanek bi rûmet, yan jî em ê qet nejîn.” Ji ber vê êdî mirovahiyê dibe perspektîfên vîn û jiyanek azad.

Azadî hebûna mirov bi xwe re tîne; ew hewa ku em jê re dibêjin jiyan e. Di wateya herî bingehîn de, azadî ne tenê qutbûna ji zindan e. Di heman deme de şiyana raman, îfadekirina zimanê xwe û jiyandina nasnameya xwe ye. Li seranserê cîhanê, daxwaza azadiyê her dem mîrateya herî pîroz a mirovahî bûye. Yanî mirov dikare bêje ku jiyan, mirov, azadî yek nirxên herî pîroz û herî bingehîn e, hebûna mirov û civakê watedar dike. Ji destpêka mirovahiyê û vir ve, azadî her tim weke rûmet, armanc û xewna herî mezin a mirovahiyê hatiye hesibandin.

Mirovê ku ne azad be, nikare potansiyela xwe ya rasteqîn derxê holê, nikare bi serbestî bifikirê û nikare jiyana xwe bi biryarên xwe rênîşan bike. Ji ber vê yekê, azadî ne tene mafek e; ew bingehê rûmeta mirov e. Weke mînak, gava ku civakek rê bide ferden xwe ku ramanên xwe bi azadî bînin ziman, ew civak ber bi pêşketin, nûbûn û ronahiyê ve gavan diavêje. Her wiha azadî ne tenê bi destxistina mafan e, di heman demê de girtina berpirsyariyarê encamên biryarên xwe ye. Ev berpirsyarî nişaneya herî mezin a têgihiştina hişmendiya mirovbûnê ye. Keda ku ji bo parastina azadiyê tê dayîn, nirxê wê hîn zêdetir dike. Giyanên azad tenê bi gihiştina azadiyê ve aş dibin. Dibêjin her mirov dişibe welatê xwe. Mirovên dişibin welatê xwe gelek bedew in. Resen in û bi heqîqetê dijîn. Çav ne jiyaneke biyanî ye, ne jî malê dinyayê ye. Em bi xwezayîbûna xwe dijîn. Rêber Apo, bi raman, hest, zikir û felsefeya xwe jina Kurd û gelê Kurd afirand. Welatê ku ji mirovahiyê re dergûşî kiriye ji nû ve hembêza xwe ji evîna jiyanê re vekir.

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button