Di çarçoveya Şoreşa Rojava de veguherîna têkiliyan

Hozan Serhed

Guhertina dînamîkên di navbera “dost” û dijmin de, di dîroka ramanê û pêvajoyên şoreşgerî de, her tim bûye babeta nîqaşên kûr. Hêz yan jî pêkhateyên berê weke dijmin dihatin pênasekirin, îro vediguherin dost an jî şirîkên polîtîk. Ev rewş di asta stratejîk de, derfetên nû ava dike. Lê belê di bingehê xwe de rîskên mezin ên dîrokî û psîkolojîk jî dihewîne.

Ev rûpelên nû yên têkiliyan di sedsala 21’emîn de li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rû didin. Ji bo fêmkirina vê pêvajoyê hewcedarî bi tehlîleke akademîk, exlaqî û şoreşgerî heye.

Di pratîka Şoreşa Rojava de hişmendiya stratejîk:

Di qada polîtîk û pêvajoyên şoreşgerî yên Rojava de, xwînsarî û parastina vîna cewherî şertê bingehîn ê parastina destketiyan e.  Di dîroka nêz de, rejîma Baasê bi polîtîkayên wekî Kembera Erebî hewl da ku demografiya herêmê biguherîne û gelê Kurd di aliyê fizîkî û çandî de tine bike.

Şoreşgerek yan jî civakeke hişyar, gava ku bi van hêzên berê di bin bandora mejiyê dewletê de bûn re dikeve nav têkiliyeke nû, divê tedbîra xwe sist neke. Hêza parastinê û refleksên xweparastina cewherî (parastina rewa) heta zindî bin, polîtîkaya hevsengiyê dikare bi ser bikeve.

Windakirina azwerî û vînê, rê li ber teslîmiyetê yan jî sistbûna şoreşê vedike.

Kîna kronîk a meyla dewletgeriyê: Nêzîkatiya zanistî û psîkolojîk:

Ji aliyê zanistên reftarî, sosyolojiya siyasî û psîkolojiyê ve, kîn û xwesteka serdestiyê ne tenê hestên demkî ne. Ew avahiyên ruhî yên kronîk in ku di hundirê pergalên netewe-dewletê de têne hilberandin.

Projeyên weke “Kembera Erebî” di serdema Baasê de weke îdeolojî hatibû çandin. Ev di mejiyê hinekan de hîn jî zindî ye. Eger pergalek yan jî hişmendiyeke berê ji bo tinekirin û rijandina xwîna te firsend kolandibe, ev kîn di bin hiş de weke potansiyeleke êrîşkar dimîne. Zanyarên neuropsîkolojiyê û civaknasiyê diyar dikin ku ev rewşa ruhî, di dema qeyranan careke din derdikevin holê.

Krîza exlaqî, endezyariya demografîk û pozîsyonên entegrasyonê: 

Di felsefeya exlaqê û siyaseta şoreşgerî de, ya herî xeternak “bêexlaqiya” dewletî ye. Eger kirdeyê li pêşberî te ji nirxên exlaqî yên gerdûnî, ji edaleta civakî û wijdanê bêpar be, stratejiya wê ya zerardayînê sînoran nas nake. Di lîteratura akademîk de, tê qebûlkirin ku kîna bi xwînê û şerê fizîkî bi ser nekeve, vediguhere şêwazên nû yên şerê taybet. Ango dema nikaribin bi rêya leşkerî bi ser kevin,  bi rêbazên burokrasî, sabotajên aborî, şerê psîkolojîk û hewldanên din dixwazin zerarê bidin.

Weke encam, nêzîkatiya şoreşgerî û zanistî ji me re dibêje ku aştî, xwişk û biratiya gelan û entegrasyon tenê gava hemû alî xwedî pîvanên exlaqî yên wekhev bin û rastiya te qebûl bikin, dikarin mayînde bibin.

Formula neteweya demokratîk derfetê dide jiyana hevpar, lê şertê vê yekê parastina hişmendiya rexneyî, xwînsarî û tedbîra domdar e.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button