Ji bo bîdawîkirina şer û pevçûnan divê her kes Rêber Apo guhdar bike

Zarîn Kobanê

Herêma Rojhilata Navîn gelek şer û pevçûn dîtin. Gel û jin ji wan şeran westiyane. Em weke mirov ji bo şer, pevçûn û kuştinê nehatine dinyayê. Em ne mecbûr in timî di nav rewşên şer û pevçûnan de bijîn. Helbet dema hebûna mirov rastî tehlûkeyan bê û civaka mirov di bin xeteriya komkujiyan de be li ser esasê parastina rewa mirov dikare xwe biparêze û heya dawiyê li ber xwe bide.  Lê mixabin desthilatdar, tundrew û kujerên kastîk şerên bêwate li ser mirovahiyê ferz dikin. Nexasim jî hêzên sermayeparêz ji bo berjewendiyên xwe şer û qirkirinê li ser civakan disepînin.

Ji bo em xwe ji rewşa şer û tundiyê rizgar bikin pêwîst e bi hemû hêza xwe em têkoşîn bikin û kesên ji rê derketine bînin ser rêya rast. Weke civak divê em tedbîrên xwe bigirin. Li gorî tê dîtin mirovahî di nav kaoseke pir dijwar de ye.  Tekez divê destwerdaneke lezgîn were kirin.

Hewce ye were zanîn ku rêbaza herî rast jî rêbaza Rêber Apo ye. Ji bo bidawîkirina şer û tundiyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş xist û jêre pêşengiyê dike. Pêwîst e her kes guh bide Rêber Apo. Heke dengê heqiyê û aştiyê neyê guhdarkirin, wê mirovahî ber bi mehşerê ve biçe. Wê kes nikaribe dawiyê li şer, tundî û kuştinê bîne. Jixwe bazara pergala desthilatdar a hêzên sermayeparêz şer û tundiyê li ser gelan ferz dikin.

Ji ber vê careke din ez bang li hemû jinan, ciwanan û beşên civakê dikim û dibêjim, werin em hemû hêza xwe bikin yek û têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo em serkeftina edalet, wekhevî, aştî û azadiyê misoger bikin, Rêber Apo ji nav wê girava zilmê xelas bikin û azadiya wî ya fizîkî pêk bînin, divê ji her demê bêhtir em bixebitin.

Em weke jin divê hemû hêza xwe bikin yek da ku em çareseriya demokratîk pêkan bikin û dawiyê li hemû curên şer û tundiyê bînin. Ji bo zivistanên me bibin bihar, xwezaya dayik jî rûgeş bibe û mirovahî ji zilm û zordariyê rizgar bibe,  tişta ji me bê divê em bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button