Hebûna YPJ’ê ji bo jinan garantiya jiyana azad e

Gaziya şer Bêrîtan Zinar diyar kir ku hebûna YPJ’ê ji bo civakan û bi taybet jinan garantiya jiyana azad e û got, “Qebûlkirina xweserî û statuya YPJ’ê wê li herêma Rojhilata Navîn jî rê li ber pêşketinên erênî veke.”
Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Rojava bi armanca statuya YPJ’ê were qebûlkirin, 26‘ê Nîsanê kampanyaya bi dirûşma “YPJ hebûna me ye, em hemû YPJ ne” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya her diçe berfireh dibe de gaziya şer Bêrîtan Zinar axivî.

Bêrîtanê diyar kir ku ew weke gaziyên şer piştgiriyê didin kampanyaya “YPJ hebûna me ye, em hemû YPJ ne” û got, “YPJ bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li dîroka jinan û gelan daye. Ev berxwedana şervanên azadiyê li tevahî cîhanê deng veda. Ev berxwedan di heman demê de bû mijara pirtûk, film, belgesel û helbestan.”
Gaziya şer Bêrîtan Zinar diyar kir ku di nav refên YPJ’ê bi hezaran fermandar û şervanên pêşeng şehîd û birîndar bûne û wiha domand, “Bi vê wesîleyê ez tevahî hevrêyên me yên şehîd ên bêteredut ji bo azadiya gelan û jinan çûn şehadetê ji dil û can bi bîr tînim. Wan şehîdan bi wêrekiya xwe têkoşîn mezin kirin û mirin biçûk kirin. Şehîdan rêya me rohnî kirin. Em bi her tiştên xwe deyndarên wan in.”
Bêrîtanê wiha domand, “Hebûna YPJ’ê ji bo civakan û bi taybet jinan garantiya jiyana azad e. Qebûlkirina xweserî û statuya YPJ’ê wê li Rojhilata Navîn jî rê li ber pêşketinên erênî veke. Weke gaziyên şer me berî niha li Qamişlo bi tevlîbûna bi sedan hevalan ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re me daxuyaniyeke çapemeniyê da. Heya qebûlkirina statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê we kar û xebatên me di asta herî bilind e bidomin.”
Gaziya şer Bêrîtan Zinar axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em bang li hemû jinan û mirovên azadîxwaz dikin ku bi awayekî çalak tevlî kampanyaya ‘YPJ hebûna me ye, em hemû YPJ ne’ bibin. Ji bo misogerkirina jiyaneke azad hebûna YPJ’ê nebe nabe ye. Bi vê wesîleyê em tevahî malbatên şehîdan û jinên azadîxwaz silav dikin.”




