XEWNÊN MIROVAN JÎ QASID Û PEYAM IN

Min xewnek xwe dît û ez gelekî bi wê xewnê bandor bûm. Hema ji xewê veniciqîm û rabûm ser piyan. Paşê ji bo ez xewna xwe ji bîr nekim hema min biryar da ku binivîsim. Jixwe saet heftê sibê bû.
Bi rastî ev xewna min gelekî balkêş û dirêj bû. Di xewna xwe de jî min ji hevalan re digot, “Ez ê rabim ser piyan û xewna xwe binivisînim.”
Min hema dest bi nivîsandina xewna xwe kir û ez hinekî jî di hêla wijdanî de rehet bûm. Jixwe beriya niha jî car caran bi min re rewşên wiha çêbibûn û ji min re weke rastî ye dihatin.
Min di xewna xwe de li cihekî nediyar em gelek heval hebûn. Em di nav karekî pir girîng de bûn. Min didît ku kuçikekî pir reş ber bi min ve tê û ez jî ditirsiyam. Ji ber min digot qey wê êrîş bike. Lê piştre min his kir ku berevajî wê gelekî wefadar e. Dema ew kuçikê reş hat nêzî min hema weke mirovan min hembêz kir û giriya. Ez jî pêre digiriyam û min jêre digot, “Ma tu ne kuçikê hevalê Şemsedîn î? Kuçik jî bersiva min dida û digot, “Belê” û dîsa digiriya. Ew sewal weke mirovan bi min re dipeyivî û min jî ew guhdar dikir.
Wî sewalî ji min re digot ku gelek heval şehîd ketine û ez wer pê dihisiyam ku hevalê Şemseddîn şehîd bûye. Dema ku min ji hevalan re wiha digot, heval jî gelekî bandor dibûn û bi min re digiriyan. Gelekî li ser hevalê Şemsedîn xemgîn bibûn.
Ez wiha dihizirim ku hevalê şehîd Şemsedîn qasidê xewna min bû ku ez li ser binivisînim û bi hurmet wî bi bîr bînim. Hevalê şehîd Şemsedîn di şerê Serêkaniyê û Girê Spî de, li eyaleta Reqayê di nav karê lojîstîkê de cih digirt. Min heval Şemsedîn ji zû ve nas dikir. Min pir jî qîmet didayê û ji bo şehadeta wî ez gelekî xembar bûm.
Hevalê Şemsedîn ji Bakurê Kurdistanê bajarê Mereşê bû. Bi temen û hevrêyekî kevin bû. Xwedî ezmûnên giranbiha yên şer û jiyanê bû. Bi salan li çiyayên Kurdistanê têkoşîn kir û di dawiyê de jî li Rojavayê Kurdistanê gihişt şehadetê.
Hevalê Şemsedîn li çiya bi salan di karê cebilxaneyê de xebitîbû û di karê xwe de cidî bû. Bi rastî hevalekî pir kedkar û cihê hurmetê bû.
Sala 2019’an dema hevalê Şemsedîn tevî hevalekî ajokar diçe Sirînê, li mefreqa Eyn Îsa û Sirînê dikeve kemîna çeteyên DAÎŞ’ê. Heval Şemsedîn û ajokarê li cem şehîd dikevin. Bi rastî şehadeta hevalê Şemsedîn ji bo me hemû hevalan gelekî giran hat. Ji bo gelên herêmê û Tevgera Azadiyê wendahiyek pir mezin bû. Em soz didin ku timî di rêya şehîdên xwe de bimeşin û armancên wan bi serketinê tacîdar bikin.
Hevala şehîd Şemseddîn a têkoşînê




