Gaziyên şer bi boneya Cejna Qurbanê serdana şehîdgehan kirin

Gaziyên şer bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana şehîdgehan kirin diyar kirin ku wê timî di rêya şehîdan de bimeşin.
Bi munasebeta Cejna Qurbanê li Rojavayê Kurdistanê gel û gaziyên şer serdana şehîdgehan kirin.
Gaziyên şer ên Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik ziyaret kirin, li ser gorên şehîdan mûm pêxistin û gul danîn ser goran.
Gaziyên şer di axaftinên xwe de dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anîn ziman û gotin ku wê timî di rêya şehîdan de bimeşin.
Gaziyên şer bal kişandin ser destketiyên bi saya şehîdan ava bûne û destnîşankirin ku wê her dem ji bo parastina nirxên şehîdan di nav têkoşînê de bin.




