Em ê doza şehîdan bigihînin serketinê
Cûdî Cizîr

Meha gulanê meha şehîdan e. Di vê mehê de gelek pêşêngên Kurd, Tirk û enternasyonalîst yên mîna Hakî Karer, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Ferhat Kurtay, Mehmet Karasungur xaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi xwîna xwe av dane. Van lehengên me yên pêşeng, rêya demokrasî, azadî û wekheviya gelan misoger kirine.
Şehîdê me yê mezin ê ewil Hakî Karer, Xelîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Ferhad, Necmî, Eşref, Mehmûd, Mizgîn bi berxwedaniyeke qehremanî, di dîroka têkoşîna me de cihê xwe girtine. Bêguman ne mumkin e mirov bi çend gotinan wan lehengan bîne ziman. Em ê weke heval û hevrêyên wan timî şopdarê wan bin, layiqî doza wan bin, li gorî soz û peymana me daye wan em ê tevbigerin.
Bi taybetî di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê de gelê me di vê meha Gulanê de bi dehan keç û kurên xwe yên pêşeng şehîd dane. Van şehîdan têkoşîna me ya azadiyê bi xwîna xwe anîne vê serdema serkeftinê. Yên rêzdayîna şehîdan bi watedar nekin, bi devê xwe çûkan jî bigirin, di vê dozê de ti wate û nirxê îfade nakin. Weke tê zanîn meha gulanê, meha berxwedêrî û şehîdên me yên mezin in. Divê hemû gelê Kurd, derdorên demokrat, aştîxwaz û enternasyonalîst xwedî li armanc û hedefên van şehîdên me yên pêşeng derkevin.
Ji bo vê yekê di vê Meha Şehîdan de roj roja xwedîderketina li rûmet û şerefa xwe ye. Ji ber şehîd rûmet û şerefa gelekî yên herî mezin in, divê hemû gelê Kurd xwedî li hebûna xwe derkeve. Xwedîderketina li şehîdan, xwedîderketina li nirxên herî giranbiha ye. Kurd û dostên wan teqez wê doza şehîdan, armancên şehîdan bigihînin serketinê.
Rêber Apo diyar dike ku biranîna şehîdan pira di navbera jiyan û mirinê de ye. Hezkirina şehîdan û Rêber Apo li pêşiya her tiştî ye. Nirx û berhemên şehîdan û Rêber Apo afirandina hezkirina mirovan û jiyanê ye. Di rastiya Rêber Apo de cihekî girîng ê şehîdan heye. Sedemeke herî mezin ya serkeftinê destnîşan dike jî xebatên ji bo bîranînên şehîdan e.
Ji bo em tecrîdê, qirkirina li ser gelê Kurd û gelên li Rojhilata Navîn rakin, divê em li derdora Rêber Apo bibin xelekek agir.




