EVÎNA RO
FERHAD ÇOLÎ

Felek ji bo çi ev zor giranî
Min temen da ro tev bi ciwanî
Sed ba bagêr min xwe neda alî ma qey ev çûna tev bi nezanî
Ji bo royê bi van çola ketim
Tev deşt û gelî bi çiya ketim
Bê cil sir û seqem nexweş ketim ev rê dirêj carina tî car birçî
Qey me pişta xwe daye ne pişta
Loma em bêpar in ji nav gişka
Ma em bûn hevalê ne tişta
Loma me xwe bê dost û heval dî
Ez jî bûme Ferhad li ser Şêrîn
Hişk e singa kevir tev kir birîn
Lat û zinar qul kir tev bûm bi xwîn
Çima kesî ev şer lêdan nedî
Eşqa ro dil birîn kirim û kuştim
Bê dergûş hêlan tenê hiştim
Ji xet û rêya zeman derxistim
Di rê de sed êş û keder min dî
Bes felek bes li ser min giranî
Min temen da royê bi ciwanî
Ji bo çi dixuyê wer erzanî
Jîn qelen e ev bîst û yek salî
Ev kom û bendê bela pîs rezîl
Bi şikandin xwestin min bikin dîl
Mam neçar xwîn û xwedan da bertîl zulm du dest be pir xurt û girsî
Li dû roya narîn şêrîn delal
Dibezim bê rez im ev gelek sal
Tim li dû eşqa nazik şepal
Rê dûr dayik û bav li ser min girî
Rê dûr û zor tim divê lez û bez
Xurtî divê tije bêbext û diz
Van çavan dî êrîş kirin bigez
Min ro divê nagihêm qîr gazî
Çava gelek rondik bin bar rijand
Ev dil tî şev û roj bi hev gihand
Bê his û bi tirs ax ji dil barand ax zarî dibarî ji vî halî
Felek ji bo çi ev qas giranî
Min temen da ro bi ciwanî
Ev dil bi dil e deng ji xwe anî Ji dest nezan cahil perîşanî
Nezana aqil da koma zana
Zana guh nadin tirê nezana
Ji dest nezana ketim zindana
Cahil in hemû rengê sofîtî
Ax bexto ev dil gelek nazike
Lê tê zor şerê li dor xwe dike
Li dil nabe ev zor û koteke
Ev kevirê li bin berfê min dî
Ev zemanê danê ro dide me
Av û ax çima her tişt ne ji me
Tev qirêj êş û nexweşî li me ev jîna wilo bela her nebî
Rizgar bibin ji dest dijmin derkevin
Azad bin ji bin desta derkevin
Divê her kes du car li berkevin bi gelek renga evîn jîn bijî




