Meha Şehîdan Gulan

Gulan, di navbera demsala bihar û havînê de meheke xwedî tewazunekê ye ku dilê her duyan jî ji xwe nahêle. Bi gulên xwe jî îhtîşam û bala li ser xwe hîn zêdetir dike.
Lê belê, ji wan hemûyan jî cudatir gulan di guhertin û veguhertina dîroka li ser şopa heqîqetê de xwedî cihekî taybet e. Di awirên berbanga her rojeke gulanê de şopeke mayînde heye…
Her çi qasî car caran rê li ber bêdengiyeke bi keser û jan veke jî ji bo mirovên evîndarên azadî û wekheviyê, sonda bilindkirina berxwedan û têkoşînê ye gulan.
Bêguman diêşîne can gulan, dide fikirandin, dibe sedema tebessûmeke bi xem li ser rûyan. Gulan, sedem û egera pêşxistina têkoşîna soz û ehda ji Denîzan, Îbrahîm, Hakî, Xelîl, Ferhad û bi sedan şoreşgerên bi keramet û fezîlet ên tevayî mirovatiyê.
Di salên 1970’an de li Tirkiyeyê ku hevkar û nokerên pergala kapîtalîst li hemberî şoreşgerên Tirkiyeyê dest bi şerekî mezin kiribûn tevayî hewldan ji bo şikandina hêvî û bendewariyên jiyaneke wekhev û adil bû.
Pergala kapîtalîst, li tevayî cîhanê bi awayekî hovane û weke cinawirekî birçî, êrîş dike, ji bo xwe seha û qadên nû yên jiyan û tehekkûmê ava dike. Lewma bêtehemmûl e li hemberî mirov û şoreşgerên alîgirên civaknasî, sosyalîzm, wekhevî û azadiyê. Çawa li gelek welatan bi her cureyî destek dide desthilatdarên alîgir û hevkar; li Tirkiyeyê jî heman argumanan bi kar tîne, li hemberî rêwiyên rûmetê.
Pêşengên tevgerên şoreşger tên girtin, rastî êşkence û pêkutiyên bêexlaqî û dij-mirovatiyê tên. Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan di 6’ê Gulana 1972’yan tên îdamkirin. Rêbaz û polîtîkayên qirêj, di asta herî jor de di meriyetê de ne.
Piştî şehadeta wan pêşengan ku êdî di piraniya mirovan de taqeta têkoşîn û berxwedanê nemabû, Rêber Apo ji bo dilsoziya bîranîna bi Denîzan re têkoşîneke ku wê ti hêz nikaribin ji holê rakin û têk bibin, pêş dixe.
Rêber Apo ku digot, “Dirûşmaya Rêberê THKO Denîz Gezmîş a ji bo azadî û biratiya gelê Kurd-Tirk li ber sêdarê peyamek bû ya diviyabû mirov her tim pêve dilsoz ba” mizgîniya têkoşîneke mezin bû.
Dewleta dagirker, di 18’ê Gulana 1977’an de hevalê herî nêzî Rêber Apo, Hakî Karer qetil dike. Armanc, astengkirina ketina Tevgera Apoyî ya Kurdistanê ye û di heman demê de yekîtiya gelê Kurd û Tirk a di Tevgera Apoyî de temsîla xwe dibîne derbekirin bû.
Lê belê, Rêber Apo çawa ji bo dilsoziya bîranîna Denîzan têkoşîn bilind kir, dema Heval Hakî tê qetilkirin jî bi damezirandina PKK’ê re bersiveke mezin dide dagirkeriyê.
Rêber Apo di her pêngava dijmin a bi mebesta tinekirinê de, pêngav û hemleyên layiqî şehîdan pêş dixe.
Di têkoşîn û şoreşa Kurdistanê de meha gulanê wek Meha Şehîdan û her roja 18’ê Gulanê jî wek Roja Şehîdan her sal tê pêşwazîkirin. Di vê meh û rojê de tesîra hewa û atmosfereke pir cuda di nav gelê Kurd de peyda dibe. Ligel wê kêfxweşî û şadiya ku al û têkoşîna wan şoreşgeran li erdê nemaye, heye. Her diçe bi felsefe û ramanên Rêbertî armanc û hêviyên şehîdan bi azadiyê tên tacîdarkirin û di tîrêjên rojê de diyar dibin.




