Hest çawa tên perwerdekirin û polîtîk dibin?
Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr...

Perwerdekirina hestan karekî pir zor, zehmet û cihê westandineke mezin e. Beriya fikir û ramanên Rêber Apo tİ mijareke wiha li ser perwerdekirina hestan û polîtîkkirina wan tİneye. Perwerdekirina hestan û bi zanebûn hûnandina wan gelekî girîng e. Jixwe weke mirovên Kurd em gelekî hestiyar in û gelek caran jî em bertek raber dikin. Em xwe dikin nav kêmasiyan û nexasim em li ber tehrîkên dijminan xwe nagirin û dikevin şaştiyan. Em weke Kurd pir teng in, pir zû hêrs dibin. Dibe ku ev bingehê xwe ji bindestiya me digire. Lê mirov çiqasî bêhnfireh be ewqasî jî baş e.
Weke me li jor jî destnîşan kir gelek caran hestiyarî mirovan dike kêmasiyan. Lê hêlên hestiyariyê yên baş jî hene û mirovan dibin serkeftinê jî. Hestiyarî tiştekî wiha ye ku mirovan hişyar dike û dixe nav livûtevgerê. Mirovan bandor dike û dikare wan rake şoreşê jî. Hizirîn û hest yekpare ne. Ji hev qût nînin. Lê weke em hemû jî dizanin pergala desthilatdar, hest û hizirîn ji hev cuda kirine. Pergala mijokdar zekaya hestiyar û zekaya zanistî ji hevdu veqetandine. Zekaya hestiyar kirine nasnameya jinê û mêr jî kirine şûna xwedayan. Ev teoriya pergala mêrperest ya xwe weke navenda her tiştî nîşan dide jin weke bêhizir, bêvîn, nezan û lawaz bi civakê daye qebûlkirin.
Ew jina xwedawend, xebatkar, bîrewer, afirîner û şareza bû, niha bûye kole û hejar, di nav pencên mêrê serwer de û hênase lê hatiye qutkirin. Jina xwedî berhem, jêhatî û her tişt afirand, herî dawiyê jî ji aliyê mêrê serwer ve bi tundî û bi xasokî tê kolekirin. Di şexsê jinê de civakê jî dike kole. Ev 30 hezar sal e ew rewşa xerab her berdewam dike û wiha lê hatiye ku niha bûye weke dojehê. Mêrê kujerê kastîk û desthilatdar, bi rêbazên tundî û çekên obsîdyen jinan dikuje. Yên mayî bi rêbazên tirsê dike bin destê xwe û wan dike kole. Mêrê kujer û tundrew her li dora jinê weke belaya reş digere. Bi temamî textê jinê werdigerîne. Li şûna wê xwe bi cih dike û serwerî her tiştî dibe.
Bêwijdaniya mêrê serwer û hişmendiya wî ya paşverû, ferdperestî û tundrewiya wî ya li hemberî jinê hiştiye jin weke neteweya ji beriya 30 hezar salî bindest bimîne, heya roja me ya niha jî bindest û kole be. Civaka zayendperest jin xistiye rewşeke bi aloz û jiyan lê herimandiye. Jixwe dema jin di nav rewşek bi aloz de be civak jî heman aloziyê dijî. Ji ber civak li derdora jinê şekil girtiye. Pergala desthilatdar jiyan li civakê wiha zehmet kiriye. Aniye asteke hew bê tehemûlkirin. Nêzîkatiyên mêr ji jinê re her dem weke ku amûreke bikaranînê ye. Pirs nake bê fikir, ruh û hestên wê çawa ne. Tenê difikire wê çawa feydeyê jê bigire dike. Mêr bi çavên parçeyekî meta li jinê temaşe dike. Ev jî koledariya jinê hîn kûrtir dike. Pêwîst e jin xwe ji wan hestên saf û nezan xelas bike, hestên xwe polîtîk bike da ku biryara jiyana azad bide.




