ÇÎROKA MIN

Ez bi ku ve biçim mala te felek
Ez ê bi ku ve biçim bêkes bêxelk
Felek mala te şûnwarê min ev xak
Parçe parçe kiriye bêbavê melak
Yan ji bext e yan ji text e çîroka min
Felek tu baş dizanî min bikujî
Bi xêrnexwazê min re tu bicivî
Ji dest te mêrxas çûn bi bêbextî
Felek mala te tu şaha mêrkujî
Ji dest te birîndar e çîroka min
Felek ez dimirim ji dest te zalim
Çavê heval û hogira ez xwarim
Ez ne lawir im tûpişk im ne mar im
Bêxwedî nezan diltenik dildar im
Tev xap û kenên te ne çîroka min Felek bê emanê tu çi dijminî
Çavên belek kor wêran bûn ji girî
Ew tu car şa nebûn ji dest bêbextî
Bi êş girî destê me ji hev qetî
Weha birîn xedar e çîroka min
Felekê şev ji şevan dirêjtir in
Sir û ta min naberdin êş û kul in
Jiyîn û jiyan tev dîwar û bend in
Kê xem e Ferhad cerg û dil bi kul bin
Xemgînî ye felek em bir bi bir bin
Ferhad Çolî




