Divê gelê Kurd sengerên xwe bernede û pir baş biparêze – Beşê 1

Em di serdemeke pir bi geşedan û şer de dijîn û weke ku tê zanîn ev dem ji bo gelan dema diyarkirina çarenûsê ye. Jixwe gelê Kurd cara yekê ye ku bi vîna xwe ya zatî, çarenûsa xwe ya azad hildibjê re û biryar daye ku tekez wê bi yekitiya xwe; nasnama xwe ya netewî qezenc bike û ji ber vê gerek, sengerê xwe pir baş biparêze û têkoşîneke hîn xurtir bimeşîne. Ez careke din bibîrdixim û dibêjim li Sûriyeyê bûyer gelekî, bi lez qewimîn û gelek derdor ne li bendê bûn ku ewqasî bi lez biqewimin. Bêguman hilweşîna dewleta Sûriyeyê ne tenê bi vê bûyerê bû. Rejîma Sûriyeyê nêzî 12 salan ji aliyê hin hêzan ve li ser piyan hate hiştin. Beriya her tiştî divê ev yek bê dîtin. Eger ne ji piştgiriya derve bûya wê pergala Sûriyeyê ji zû ve hilweşiyaba.
Rejîma Sûriyeyê, desthilatdariya Esed, malbata Esed, xanedaniya Esed xwe dispart hevsengiyên li herêmê. Bêguman her hêzeke ku bixwesta ku xwe li ser civakê xwedî bandor bike, divê ku pê re li hev baya. Ev ne tiştek e ku cara yekê ye em dibêjin. Ne rewşeke ku piştî hilweşîna rejîma Esad em tînin ser ziman. Û tevgera me ji zûdeyî tespîteke wiha kiriye û rexneyên me yên, bi vî rengî hebûn û me dikirin û têkoşîna me jî li holê ye.”ji xwe her nerîn û rexneyên me yên wiha hebûn li ser netewe dewletên hişk; Ên weke Tirkiye, Iraq, Îranê û li ser Sûriyeyê jî me timî gotiye, ku divê Sûriye demokratîk bibe.”Di hilweşîna Sûriyeyê de pirsgirêka bingehîn ew bû ku xwe demokratîk nekir. Bi etnîkên cuda, baweriyên cuda, bi komên cuda yên bi hev re dijiyan nekarî sîstemeke demokratîk ava bike.
Ez wiha dinirxînim û dibêjim: Li Sûriyeyê komên Xiristiyan hene, Durzî hene, Kurd hene, Elewî hene, Sunnî hene. Bi rastî jî Sûriye xwedî dewlemendiyeke mezin a civakî ye. Û ji ber ku nekarî hevsengiya xwe ya navxweyî, nekarî aştiya xwe pêk bîne, encameke bi vî rengî rû da. Di vê serdemê de bi xwespartina li hêzeke cuda ti hêz nikare demdirêj li ser piyan bimîne. Binihêrin niha li ser Sûriyeya nû nîqaş têne kirin. Yên ku van nîqaşan dikin jî divê vê rastiyê baş zanibin. Tê gotin, ‘vaye desthilatdariya Elewî çû, desthilatdariya Sûnî kete şûna wê. Esad çû li Sûriyeyê hemû pirsgirêk çareser bûn. Sûriye jî êdî azad bû’. Pênaseya azadiyê pênaseyeke welê hêsan nîne. Ne pênaseyeke welê ye ku bi guherîna desthilatdariyekê bê gotin. Ji vê wêdetir pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye ku gel bi hev re, çanda jiyanê ava bikin û xwe bigihînin neteweya demokratîk û li ser bingeha demokratîk netewe bigihêje hev.
Mînak, nîqaşên niha têne kirin di vê çarçoveyê de nînin. Pêngava dîzayîn kirina herêmê tê kirin. Li ser mijara rewşa Îsraîlê cardin ez wiha dibêjim: Îsraîl li herêmê di karakterê hegemonîk de ye, hewl dide ku xwe ava bike. Me jî êrîşên ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve têne kirin li ser vê, bingehê nirxand. Ya rast, jî dendika hegemonîk a pergala sermayeparêze li herêmê ye. Ji hingî ve li ser vê bingehê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Kes nikare vê înkar bike. Netanyahû rabû axivî, ne ku ji ber ew welê dibêje, ez dibêjim. Vaye bûyerên li Xezeyê diqewimin li pêş çavan e, piştre li Lubnanê, niha jî bûyerên li Sûrieyê diqewimin radixin pêş çavan ku li herêmê pêngava jinûve dîzaynkirinê heye. Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin jî nabe ku jê cuda bê nirxandin. Û divê demê de kesê ku jêre tê gotin Ebû Muhemed Colanî, di daxuyaniyeke xwe ya destpêkê de got ku ew amade ye bi Îsraîlê re hevdîtinê bike û di diyar dike ku ew weke tevger dijberî Îranê ne. Daxuyanî da ku wê li hemberî komên Şîa têbikoşe û ev jî pir balkêş e.
Pergala ku li Idlibê ava kiribûn sîstema şerîatê bû. Piraniya wan ji aliyê kokê ve digihêje El Qaîdeyê, piraniya wan bi DAÎŞ’ê re bûn. Lewma li şûna ku li dijî Îsraîlê bin, rewşeke bi vî rengî derdikeve pêşiya me. Ji ber vê divê em bibînin pêwendiya xwe bi hev re heye. Dibe ku heta desthilatdariya xwe ava bikin, peyamên bi vî rengî didin cîhanê. Lê belê dîsa jî rewşeke welê ye ku divê bê fêhmkirin. Ji aliyê perspektîfa îdeolojîk ve dema bê nirxandin, di nîqaşên li ser Sûriyeya, nû de bi rastî jî rewşeke nediyar li holê xuya dike. Tişta ku destpêkê hate gotin ew bû ku hemû kom çekan dînin. Wê çima dînin? Tiştek derneketiye holê ku dînin. Perspektîfek ji bo paşerojê nîne. Belê bila yekparebûna Sûriyeyê bê parastin.
Lê belê wê çawa bê parastin? Berê jî Esad ji bilî vê tiştek nexwest. Xeta ku Beşar Esad diparast ne li ser parçekirina Sûriyeyê bû. Ji bo Sûriye parçe nebe li gorî xwe helwestek nîşan da. Xwest xwe bispêre hin hêzan. Xwest xwe bispêre Rûsya, Îranê. Lê belê nekarî encamê bi dest bixe. Bi ser neket û hilweşiya. Heta ku pergal ava nebe kes hêzên xwe yên parastinê belav nake. Niha hêzên nû radibin dibêjin, em yekparebûna Sûriyeyê dixwazin. Tu xwe dispêre çi û vê dixwaze? Yekparebûna Sûriyeyê wê li ser kîjan pîvanan be? Niha li Efrînê hîn jî hêzên dagirker hene. Têkildarî vê yekê heta niha daxuyaniyeke bi tenê jî nîne. Gelo wê dagirkerî bi dawî bibe? Wê gelê wê derê ji aliyê kê ve bê parastin? Li Serêkaniyê wê dagirkerî bi dawî bibe? Bi dawî nebe? Kurdan li hemberî êrîşên komkujiyên yên DAÎŞ’ê 10 hezar şehîd dan.
Li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk her roj ev gel şehîdan dide. Gelo têkildarî vê yekê wê çi bê kirin? Garantiya hikumeta nû çi ye? Garantiyeke bi vî rengî tê dayin? Çima dest ji çekan berdin? Ji bo YPG, QSD’ê dibêjin wê bêçek bibin. Ji destpêkê ve nîqaşkirina vê yekê bi rastî jî mirovan dixe nava gumanan de. Mînak wê rewşa jinan çi be? Wê rewşa YPJ ê çi bibe? YPJ ê hêza parastina jinan ne. Wê pozîsyona Colanî û koma wî ya li hemberî jinan çi ye? Bi danîna du jinan li kêleka xwe mafên jinan nayê garantîkirin. Bi avakirina vîtrînê ev yek pêk nayê. Mînak gelên Xiristiyan… belê dibe ku îro li dêrê dua hatibe kirin. Em ê ji ku zanibin ku ev ji bo xapandinê ye yan na. Ev ê çawa bêne garantîkirin? Wê demê heta ku meclîseke demokratîk neyê avakirin, heta ku mafên komî, mafên civakî, mafên şexsî di destûra bingehîn de neyên diyarkirin, kes çeperên xwe yên berxwedanê naterikîne.
Kes nikare hêzên xwe yên parastinê ji hev belav bike. Ji ber ku gefa komkujiyê heye. Bi destê Îsraîlê dîzayneke global heye. Hin hêz destwerdanê dikin. Her kes li gorî berjewendiyên xwe dest li pêvajoyê werdide. Pêvajo bi îradeya yekalî, helwesta yekalî nameşe. Binihêrin dewleta Tirk dibêje, min kir. Li Tirkiyeyê atmosfereke cejnê heye, çûyîna Mizgefta Emewî û kirina nimêjê, hevdîtinên taybet. Bi israr hewl dide têkiliya organîk a navbera xwe û HTŞ’ê nîşan bide. Dixwaze rêveberiya nû ya li wir ava bibe bi xwe ve girê bide. Tirkiye tevgera azadiyê dike hincet û êrîşî her derê dike. Li her derê êrîşên bi armanca dagirkeriyê dimeşîne. Ji HTŞ’ê re doh digotin terorîst, îro dikin muxatab. Ji yên pêwendîdar, ji yên ku me dibihîzin, ji HTŞ’ê, ji Colanî yan jî ji yên ku Sûriyeyeke baş, yekpare, xurt û azad dixwazin re tişta em dixwazin bibêjin ew e ku xwedî li projeya neteweya demokratîk derkevin.
Eger neteweya demokratîk pêk were hingî gel dikarin bi hev re bijîn, bawerî dikarin bi hev re bijîn, dikarin bi hev re bibin hêz. Dewleta Tirk di êrîşên li ser Kurdan de, di Şerê Qirkirinê de zêde teşhîr bûn û hate gotin:”Rejîma AKP-MHP bi taybetî jî Erdogan mîsyona rêberên herêmî didin xwe.




