Divê civak xwe bi çanda dayika xwedawend perwerde bike

Gaziya şer Ezîme Zagros

Zêdetirî 30 hezar salî ye ku civak bi hişmendiya baviksalar tê mezinkirin û nifşek li pey nifşekî li ser heman hişmendiyê tenê perwerdekirin. Ji heman çavkaniyê têna xwe dişkînin, heman siyasetê fêr dibin û heman rêbazî jî bi kar tînin. Ji ber di bin siya heman fikrê de mezin dibin, heman rêbazê jiyanê li ser hevdu ferz dikin. Ez bi xwe wiha dihizirim ku civak ji hela pergala desthilatdar ve weke keriyê sewalan lê tê temaşekirin. Mirov wiha bûne ku weke qalibê sabûnê di nava kargehê de diyar dibin.

Ji ber pergala desthilatdar her bi çavên madiyetê û pereyan li wan temaşe dike. Weke ruhê wan bi çend qirûşan kiriye wan hesab dike. Jixwe dema mirov diçe ber saziyekê ji bo ku pirsgirêkên xwe, çareser bike dilê mirov reş dibe. Ji ber dan û standina koleyan bi mirovan re dikin. Bi mirov didin hiskirin ku ti qîmetê wan tineye. Jixwe mirovên di bin siya dewleteke tundrew de, xwe wiha hesab dike ku weke moriyan e. Ji ber vê tekez divê civak di nava lêkolîneke pir kûr de be û li hemberî hişmendiya desthilatdar çalak be. Divê mirov  xwe pir baş û bi komî rêxistin bike. Her wiha divê civak xwe bi çanda dayika xwedawend perwerde bike.

 

Tekez divê mirov xwe weke hebûn bigire dest û dahurandin bike da ku xwe û civaka xwe pir baş tehlîl bike. Eger mirov xwe nas kir, tekez wê hemû civakê nas bike, wê li rizgariya civakê jî xwedî derkeve. Dema pirsgirêkên civakê çêbibin, tişta girîng jî ew e hemû beşên civakê xwe bikin yek û rêxistina xwe çêbikin. Eger wiha nebe jî wê qirkirin û mehşer be. Ji ber wê pêwîst e civak xwe bike yek û çalak bibe. Tekez hêza mirov ya dahûrandina civakê jî wê hêza çareseriyê xurt bike û wê hêza wan jî wergerîne çalakiyê. Divê her mirov pirsên weke, “Gelo çiqasî hêza min a fêmkirin û guhertinê heye? Heke ez ji xwe bawer im û hêza min a guhertin û veguhertinê heye naxwe çima çênabe?” bike. Naxwe divê em li rêbaz bigerin.

Hewce ye em xwe ji perwerdeya pergala baviksalar rizgar bikin, da ku em bi fikir û ramaneke azad pirsgirêka xwe çareser bikin. Pêwîst e her kes rola ya avaker pêk bîne, xwedî hunera zanebûn û çêker be. Di şoreşa Kurdistanê de gelê Kurd gelekî perwerdeya heqîqetê dît, xwe nas kir, dizane bê çawa xwe biparêze û ji bo azadiya xwe têkoşîn bike. Her çiqasî em niha jî di nava koma neyaran de ne, ya girîng ew e em dizanin daxwaza me çi ye û em ê çawa xwe ji nava destê neyarên bav û kalan rizgar bikin. Ez ê li vir pirseke wiha bikim, “Gelo bêyî em weke netewe hevdu bigirin ma wê yekîtiya me çêbibe?” Tekez wê bersiv, “nabe” be. Naxwe wê yekîtî beriya her tiştî be.

Lê divê were zanîn ku dijmin û Kurdên xerab her di nav, hewildanan de  ku yekîtiya Kurdan têk bibin. Pêwîst e em jî şiyar bikin û ji hevdu bawer bin. Dijminên me pir in û em bi xwe, dostên xwe  ne. Em weke Kurd 60 milyon hene. Em xwedî hêza zanebûn û pratîkê ne û serkeftina me jî nêzîk bûye.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button