KÊLIYEKÊ HIZIRANDINA FELSEFÎK
Cûdî Cizîr

Belê, hevalno! Bi peyvên hezkirinê di nav mezinahiya Tevgera Apoyî de em fêrî felsefeya Rêberê xwe bûne. Em deyndar in ku rastiyan binirxînin. Pêwîst e her kes para xwe ji rastiya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo bigire, hemû zarok li ser van heqîqetan bên mezinkirin û fêrî xweşikbûnên jiyanê bibin. Di nava şoreşê de em hêşîn bûn. Ji lewra jî ji pirsa di nav şoreşê de şoreşa mirov çi ye re, bersiv dibe ku ‘şoreş kesayetên weke tofanê dixwaze’ be. Pêwîstî bi kesayetên gotin, pratîk, jiyan, hest û hizirandê dike yek heye. Gelo mirov çawa dihizire û fêm dike? Her wiha, mirov cîhaneke çawa difikire? Zihîn çawa bi cewher tê guhertin? Ev pirs hişê mirov geş û zelal dikin. Mirov ber bi lêgerîn û lêkolînan ve dibin.
Di nav van pirsan de azadiya vîna mirov heye. Belê hevalno! Ji bo mirov bigihêje bersiva xwe, mirov bi xwendin û hînbûna cîhana mirovên din re dikare cîhana hest û ramanên xwe mezin bike, xwe di warê hizrî, hestiyarî û giyanî de dewlemend bike. Dewlemendiya mirov hêza xurtbûna hizrî, kûrbûna hest û giyanî ye. Vala nehatiye gotin ku, “her mirov gerdûneke” û bi hînbûna jiyana her mirovekî re mirov hînî tiştên nû dibe, cîhana xwe ya hizrî û giyanî fireh dike. Yan jî gelo li asîman jiyan heye? Belê, ev pirs îro jî dibin mijara lêkolîn û lêgerîna zanîstan. Felsefe li gorî aqil, zanîn û lêkolînên zanistî dixwaze bersiv bibîne. Mînak, mirov nikare axaftinê ji uslûb û xîtabetê qut bigire dest. Tişta axaftinê temam dike uslûb û xîtabet e. Çawa beden û ruh yeksane ye, hizir û pratîk jî yeksane ye. Rastî çi ye mirov çawa dibîne? Her tiştek bi nakokî ye. Tevî nakokiyê jî ti carî dîrok nesekiniye, timî ber bi pêş ve herikiye û ji nû ve ji bo jiyanê bûye dayik. Her tiştek dijberê xwe diafirine.
Rastî, senteza hebûn û nebûnê ye. Gerdûn çi ye? Cîhan çawa çêbûye? Mirov ji bo gerdûnê dikare bêje ku, bê serî bê dawî ye jî. Di gerdûnê de tiştek ji xwe re nîne. Her tişt ji sedemeke derdikeve û digihe encamekê. Di gerdûnê de her tişt di nava guhertin û veguhertinê de ye. Ji lewra ramanên Rêber Apo bersivên van hemûyan e. Rêbertiya me ji bo vê bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re ev xisûs ji nû ve girt dest û nirxand. Armanca bersiva van pirsan legerîneke bi hezkirin pêwîst dike. Mînak, mirov nikare daxwaz bike û bibêje, bila her kesek weke me bihizire. Em nikarin hêvî bikin û bêjin bila her kesek li gel me hewl bide ku weke me be. Dibe ku di jiyana rojane de em li rastî kesên weke me bibîr neyên. Lê belê ji bo me ev girîng e; em ji tiştekî re bibêjin şaş e, xirab e, wehşet e, hovîtî ye, li dijî jiyanê ye. bêguman tenê wisa gotin jî têrê nake. Mirov tenê ji tiştên şaş re bibêje şaş e, li kêleka wê pêwîst e bi wê şaşîtiyê re nejî. Gava mirov got ‘şaş e’, divê li çêkirina ya rast bigere û rast bijî. Naxwe ev heqîqeteke ku armanca zîhniyeta me, armanca guhertinen mirovan e, em bi rêya hizir û ramanên Rêber Apo mirovan digihînin asta stêrkan.
Zîhniyeta me ya Moderniteya Demokratîk jî avaker e. Yanî ez dihizirim ku ya dihêle mirov li hemberî zehmetiyan bi hêz be hezkirin e. Hezkirin, hêza hêvî, sebir û berxwedanê ava dike. Milîtanên xwedî taybetmendiyên baş her ku dihizire xwe digihîne heqîqetê. Hizra wan dibe kûrahiya jiyana Apoyî. Hizir her dem mercên mirov têde bandor dike û jê bandor dibe. Taybetmendiyên berbiçav ên heyî, cih û dem li ser hizir xwedî girîngiyek mezin e. Jin ji jiyanê hez dike û azad dike. Mirov nikare jiyan û jinekê bê hezkirin bihizire. Di hestên her jinekê de bêrîkirina azadiyê, lêgerên bê dawî hene.
Şoreşger bi hizirandina jinên leheng bi hêz dibe. Weke şoreşger, rewşenbîr, şopdara heqîqetê, Apoyiyek bi hest û ramanên xwe yên ku daxwaziya xwe ji bo azadiya mirovahiyê pêş xistiye tevlî têkoşînê bûme! Mîna kesên Kurdistanî hîn zêdetir xwe nas bikim, bi berxwedana gelê xwe re ji bo azadiya welatê xwe dixebitim, lêkolîn dikim û hewl didim fêm bikim bê azadi çi ye û çima azadî? Min peyvên azadiyê yên destpêkê di ramanên Rêber Apo de peyda kirine. Her kes ji bo azadiyê li ber xwe dide. Ez ê jî ji bo azadiya gelê xwe barê dîrokê hildim ser milên xwe wisa bi dilsoziya xwe xwedî li ramanên Rêbertî derkevim. Dixwazim azad bijîm da ku bi azadî li Welatê Rojê bigerim. Meşa me bêyî Rojê nabe. Ji ber ku Roj di hest û mêjiyê me de ye. Di ruh û giyanê me de ye. Rêya aştî, azadî û wekheviyê ronî dike. Em li ber çiraya dil bûn, hêvî bi rê ket, rûyê me defter e, ziman jî pênûs e û rêwîtîya me jî dîrok e.
Di dilê mirovan de pir hestên kûr û xweşik hene. Pir caran mirov nikare bi qasî tê jiyîn îfade bike. Ji ber hinek tişt tenê û têne jiyîn, nayên bilêvkirin. Ji lewra rijandina wê ya li ser pênûs û lênûsê dibe hêz. Hizrên me jî dîroka rasteqîn e.




