Rêber Apo ji gelê Kurd û mirovahiyê re rohniya her demê ye
Asya Weşûkanî

Me hemûyan peyama Rêber Apo ya 27’ê Adarê guhdarî kir û li ser me hemûyan jî bandoreke xwe ya îcabî kir. Em xistin nav fikarên kûr. Me dahûrandin xwendin û em hemû jî haj lê bûn ku hîn jî gelek lawazî û şaştiyên me hene. Divê demildest em xwe ji wan lawazî û şaştiyan xelas bikin da ku em bibin hêza guhertin û veguhertina pergala heyî ya civakê di nav pencê xwe de dixeniqîne û dawiyê li hebûna wê tine. Rêber Apo di destpêka hevdîtina xwe de dibêje: “Çareseriya entegrasyona demokratîk, nêzîkatiya li ser bingehê civakê ji xwe re dikim esas.” Rêber Apo di berdewama hevdîtina xwe de îşaret bi berpirsyarî û wezîfeya, dîrokî ya meclîsa gel ya Tirkiyeyê kiriye.
Rêber Apo vê babetê wiha dinirxîne, “Di vê pêvajoyê de karên ku piştî rapora komîsyonê bêne meşandin bêyî ji demê re bê hiştin divê di nava çarçoveyeke qanûnî ya hevgirtî û tevgerî de bên kirin.” Ev jî dide nîşandan ku Rêber Apo hêza xwe bi giranî daye ser mijara çareseriya aştî û avakirina civaka demokratîk û xîtabî gel dike. Ji ber jiyana civakê bûye weke dojeha sincirî û sotîner. Hewce ye civak xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
Her çiqasî gelê Kurd li her deverê çalak dibe jî gelê Tirk xwe bêdeng kiriye û weke ku qet haj li dinyayê nîne jî tevdigerin. Hinek beş jî hene ku ji wan were wê jehrê têxin nava pêvajoyê. Ji ber ewqasî ku şerxwaz in û sûdê ji dijminayetî û tundiyê digirin. Jixwe beşek jî heye ku di nava şoqeke mezin de ye. Beşên ku jehrê belav dikin û li pey sabotekirina pêvajoyê ne jî gelek ji wan bi koka xwe Tirk nînin. Herî zêde jî ew di nav xerabbûna pêvajoyê de ne.
Eger wiha biçe û rayedarên dewletê, nexasim jî rayedarên dewleta kûr ya Tirkiyeyê li gor a pêwîst tevnegerin, mixabin wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk were sabotekirin. Wê careke din şer berdewam bike. Di encam de weke ku Rêber Apo gotiye wê Serketina Pîrûs bê jiyîn. Wateya wê jî ew e ku wê her du gel jî wenda bikin û sedsaleke din jî gelên li Tirkiyê dijîn wê di nav deryaya xwînê de, avjeniyê bikin. Rêber Apo ji bo çareseriya aştiyane her tişt kir. Gelek rê û rêbazên çareseriyê pêş xist û pêş dixe. Lê hişmendiya rayedarên dewleta Tirk ewqasî hişk e ku pir hêdî gavan diavêjin û hîn jî dibêjin em pir lez nekin.
Ez jî pirs dikim gelo heya kengî wê were sebirkirin? Gelo heya ku Tirkiye jî weke Îranê lê were yan jî em sedsaleke din ji şer pevçûn, xwînrijîn û komkujiyan bijîn wê gavên şênber bên pêşxistin? Ez wiha texmîn dikim ku rayedarên dewleta Tirk ya kûr li benda şerê Îsraîl, Emerîka û Îranê ne û li gor rêveçûna wî şerî wê biryar bidin. Divê were zanîn liberçavgirtin û guhdarkirina Rêber Apo wê her kesî bibe serkeftinê.
Ez vê tenê ji Tirkan re nabêjim. Ji ber gelek Kurd jî hene ku hîn jî di binê hişê wan de bûna dewlet heye. Yên wisa ji bo sabotekirina pêvajoyê û reşkirina Tevgera Azadiyê di nav hewldanên qirêj de ne. Tekez hewce ye were zanîn ku ji derveyî fikir û felsefeya Rêber Apo û çareseriya ku wî daniye holê tê rêbazeke din xêr û xweşiyê ji gelan re nayîne. Di şeran de tenê mirovên xizan, jin û zarok jiyana xwe ji dest didin û koçber dibin. Me ew di şerê wan sê salên dawî yên Îsraîl û Hemasê de dît. Rêber Apo dibêje ku ji bo rê li ber Xezeyên nû bigire di nav têkoşînê de ye.
Kurd û Tirk eger çareseriyê dixwazin vaye Rêber Apo rêya herî baş daniye pêşiya me. Ji me pratîzekirinê dixwaze. Serdema xapandina Kurdan ji zû ve derbas bûye û dema niha çareseriyeke heqîqî dixwaze. Gelê Kurd hew tê xapandin. Rêber Apo ji gelê Kurd û mirovahiyê re rohniya her demê ye. Naxwe tenê livûtevgereke bi aqil pêwîst e. Hewce ye em Rêber Apo guhdarî bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelan şansekî pir mezin e. Eger Rêber Apo nebe wê ji bo Kurd, Tirk, Fars û Ereban dinya bibe mehşer.




