Jinên ciwan canê xwe ji bo azadiyê feda kirin

Asya Weşûkanî

Ew qehreman û şêrejinên giranbiha bûn xwedî jiyana bi rûmet û mîrateya jiyana azad parastin. Navên xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîroka gelê Kurd û mirovahiyê de xêz kirin û bûn ebedî. Di her kêliya jiyanê de bi têkoşîna xwe ji bo çand, nasname û azadiyê bûn xwedî kedeke bêhempa. Hevrêya me Rûken Çilaxa jî bû yek ji wan jinên wêrek û fedayî ku wê jî weke hevrêya xwe Diljîn Mazlûm li qada Sirînê li dijî êrîşkarên tundrew şer kir. Destanên lehengiyê nivîsandin û tevlî kerwanên nemiran bûn.

Ew jina têkoşer Rûken Çilaxa (Îman El-Meyah) a bi kelecan û coşeke pir mezin têkoşîn kir, her di navbera jiyan û şerê nasnameyê de bû ronahiya berxwedanê. Hevrêya me Rûken Çilaxa li navçeya Sirînê bi bîr û baweriyeke pir mezin heta hênaseya xwe ya dawiyê jiyana bi rûmet parast. Ciwana çeleng Rûken bêdudilî bi rola xwe ya dîrokî rabû, bi çelengî li ber xwe da û 20’ê Çileyê tevlî kerwanê şehîdan bû.

Hevala me Rûken li navçeya Çilaxa di nav malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike. Ew ji pêkhateya Ereb e û di nav eşîra Cewala de mezin bû. Hevrê Rûken fêm kir ku jin dikare di nav her xebatê de cihê xwe bigire û bibe çavkaniya berxwedanê. Di her pêngavê de ferq dike ku jiyana jinê bi qasî ya xakê pîroz û hêja ye. Dît ku di civakê jî jin tê çewisandin. Lê  bawer kir ku jin dikare wan hemû bend û sînoran bişikîne û bibe çavkaniya azadiyê.

Ev bawerî bû bingehê têkoşîna hevrê û pêşeng Rûken. Hevrê Rûken di nav refên YPJ’ê de hêza xwe nas kir û bi xwe bawer bû. Xwe bi felsefeya Rêber Apo perwerde kir, pêş xist û ji tevahî jinan re bû pêşeng. Hevrê Rûken û Diljîn Mazlûm bi sekna xwe ya serhildêr bûn pêşengên jiyana wekhev û azad.

Ew di nav jinên têkoşer de weke du stûnên ruhê azadîxwaz, rabûn ser piyan, ji bo dawî li tundiyê bînin, jin û civakê di nava jiyana wekhev û demokratîk de pêş bixin berxwedaneke bêhempa meşandin.

Em weke hevrê û şagirtên wan soza xwe ji wan re nû dikin û dibêjin, em ê wan ti her kêliya jiyana xwe de bidin jiyandin. Em ê hedef û armancên wan pêk bînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button