Gaziyên şer û xelkê Dêrikê Newroz bi coş pîroz kirin

Selena Dêrik

Li Dêrikê Newroza 2026’an ji aliyê gaziyên şer û xelkê herêmê ve bi coş hat pîrozkirin.

Tevî hewaya sar jî bi sedan welatiyên Dêrikê û gaziyên şer herikîn Qada Newrozê ya Şehîd Çîçek a bi al û wêneyan hatibû xemilandin.

Di axaftinên hatin kirin de girîngiya yekîtiya gelê Kurd hat destnîşankirin û soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Gelek gaziyên şer jî ku di pîrozbahiya Newrozê de amade bûn, rastî eleqeke û kêfxweşiyeke mezin a welatiyan hatin.

Gaziyên şer ên têkildarî cejna Newrozê nêrînên xwe parve kirin diyar kirin ku timî bi ruhê berxwedanê yê Newrozê wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.

Şahiya Newrozê bi govend û dirûşman bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button