Bi rengê jinê keşfa jiyanê
Cûdî Cizîr

Jin bi vîna xwe di heybeta jiyanê de muqedes e. Jina şoreşger jî bi vîn, dil, hêvî û xeyalê jinan zêdetir bi heybet û xweşik dike. Li nav şoreşê bi jin re hevrêtî û rêwîtî kirin cuda ye. Dema stêrk di nav porê jinan de veduguhere tacê, heyv jî dibe vebeyîna kenê jin. Jin bi serfiraziya şoreşê dimeşin. Bê ku li tiştek asteng bibe xwe davêjin nav şer. Weke mînaka perperîkê nepeniya agir keşf dikin. Azadî bi keda jinan li nav têkoşînê tê strandin. Rêngê jin dibe sûlav, ber bi bêdawîbûn û germahiya dilê axê ve diherike.
Her jinek bi hatina bawezê re vediguhere romanek û diherike nav dilê mirovahiyê. Jin evîndara welatê xwe û welat jî evîndarê jinan e. Kesayetên awarte nebin, jina azad zehmet e ku xwe bigihîne serketinê. Ji lewra divê mirov spasdarê Rêber Apo be. Ji ber bi derketina Rêber Apo re dîrokeke me ya ku em êdî bi şanazî dikarin behsa jin û nirxên civaka komînal bikin, jin bi jinbûna xwe serbilind e. Mirov ji bo jin dikare wiha pênase bikê, divê ‘xweda’ya jinê hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandin e.
Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên Jin, Jiyan pir watedar in. Divê jin bi qudret, azad û xwediyê biryar be. Jin pir muthîş bi Rêber Apo ve girêdayî ne. Yanî jina serdema îro dizane tenê ramanên Rêbertî azadîya jin bînê. Di nav nirxandinê Rêber Apo de ku dibêje; ‘Bê nîqaş e ku jin weke hem fizîkî û hem jî bi wate, beşê herî berfireh ê xwezaya civakî pêk tîne.’ Wê demê, çima vê parçeya xwezaya civakî ku ewqas grîng e, nebe mijara zanistê? Ta ku xwezaya jinê di taritiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke neronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berfireh a xwezaya civakî gengaz e ancax bi ronîbûyîna berfireh û rasteqîn a xwezaya jinê.
Mînak, Rêbertiya me herî zêde jin rexne kiriye. Tehlîlên herî giran Rêbertî pêş xistine. Çima? Ji ber ku herî zêde Rêber Apo ji jinan hez kiriye, nirx daye wan. Xwestiye jinan bi hêz bike, azad bike û ji azadiya jinan bawer kiriye. Jin di her qonaxên dîrokê de carinan bi qîrîneke bêdeng, carinan jî bêyî ku çavên xwe bigirin heya mirina xwe li ber xwe dane. Bi daqurtandina hemû heqaretan re, yan jî bi berxwedaniyê her demî tercîh kirine ku hebûna xwe bi awayekî azad îfade bikin. Jina azad, bi hêza xwe ya cewherî û rengê xwe pêş xist û mezin kir. Ji lewra cîhana jinan, jiyana jinan, heqîqeta wan bilêvkirin gelek zehmet e. Ji ber wê karê şoreşgertiyê nehêsan e, kesayeteke Apoyî dixwaze.
Her miroveke şoreşger bi lêgerînekê dikeve rê. Bi taybet jî yên ku berê xwe didin felsefeya Rêber Apo lêgerînekê di asta pirtûkên pîroz de di kesayeta xwe de didin destpêkirin. Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya jinê pêk were, divê em rê û rêbazên xwe yên têkoşînê, baş zanibin û di vê rêbazê de dewlemend bin. Dema Rêber Apo jin perwerde dikir, ji tevgera wan heta uslûb, rabûn, rûnişkandin û hizirên wan bi hemû tiştên wan yên ji sîstemê mabûn re mijûl dibû û kedeke mezin ji bo perwerdekirina jinan dida.Rêber Apo digot, “Yên zekî xweşik in û yên xweşik zekî ne” Û li ser vî bingehî xweşikbûneke felsefîk dida hevalên jin. Ji bo zanebûneke felsefîk û bîrdozî bide jinan, kedeke mezin da. Ev keda Rêbertî ya bi nirx hîn jî dewam dike. Soza me jiyana me ye. Jiyana me jî Rêberê me ye.




