Ji bo gaziyên şer semînara “Berxwedan Jiyan e”

Li herêma Cizîrê ji bo gaziyên şer bi sernava “Berxwedan Jiyan e” semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de hat diyarkirin ku ti tiştek bê berxwedan û têkoşîn ava nabe.
Di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Hesekê ji bo gaziyên şer têkildarî têkoşîn û berxwedana li hember zilm û zordariyê bi sernava “Berxwedan Jiyan e” semînerek hat lidarxistin.
Semîner ji aliyê Endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî ve hat dayîn. Laleş Êzidî yê di destpêka axaftina xwe de rewşa li Rojhilata Navîn, Bakur û û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, “Di şerên hêzên hegemon serkêşiya wê dikin de herî zêde mirovên bêsûc, zarok û jin zerarê dibînin.”
Laleş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna li hember zilmê û anî ziman ku yek ji pêşengê Tevgera Azadiyê Mazlûm Dogan li Zindana Amedê di pêvajoya darbeya faşîst a askerî ya 12’ê Îlonê de bi şîara “Berxwedan Jiyan e” li hember tevahî zilm û zextan bi hevrêyên xwe re li ber xwe dan.
Endamê FGBRS’ê û gaziyê şer Laleş diyar kir ku weke gaziyên şer di vê meha Adarê ya bi giştî meheke berxwedanê ye divê gaziyên şer li hember di nav her şert û mercî de karibin xwedî li nirxên şoreşê derkevin û got, “Ti tiştek bê berxwedan û têkoşîn ava nabe. Weke gaziyên şer divê ji her kesî bêhtir em xwedî li destketî û nirxên xwe derkevin. Pêwîst ew em hêvî û armancên şehîdên xwe pêk bînin û jiyana azad tekez ava bikin.”
Piştre gaziyên şer têkildarî mijarê û rola gaziyan a di vê pêvajoyê de nirxandin kirin.




