Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

Rêber Apo ji bo endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim peyama sersaxiyê şand.
Peyama ku ji merasîma cenaze ya li Qamişloyê re hate şandin bi vî rengî ye:
“Dema ku Hevrê Salih Muslim ji vê Cîhanê Koç Kir
Min vê êvarê wefata hevrê Salih Muslim ê dilovan bihîst. Heta serê sibehê min hewl da wî û têkoşîna wî bi bîr bînim. Bêguman ji bo kurên wî, ji bo xizmên wî û ji bo hevrêyên wî hemûyan Ew êdî nemir e. Ji bo gel û welatê xwe, li gorî pêwîstiyê jiya û nemir bû.
Welatparêzekî rasteqîn ê xaka Sûriyeyê bû. Bi Kurdan re Kurdek, bi Ereban re dostekî qewîn, bi Tirkan re jî birayekî cewherî bû. Ji xwe re kiribû parçeyekî jiyanê ku bi Asûrî, Ermenî, Çerkes, bi her qewm, ol û mezhebê re têgihişt û hurmeteke humanîst ava bike.
Ew ji bo min her tim hêmaneke cihê baweriyê yê Rojava bû û wê her tim bi vî rengî bimîne. Ez wî weke birayê cêwî yê Sirri Sureyya Onder dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de me ew ji dest da. Li ser vî bingehî wê hem ji bo têkoşîna me hem jî ji bo aştiya me bibe stêrkek ku ti carî venemire.
Şehadeta Salih Muslim windahiyek nîne. Berevajî vê yekê wê weke hêzeke rasteqîn gelê me, gelan, dostan û hevrêyan her tim xurt bike.
Abdullah OCALAN
12 Adara 2026
Îmrali”




