Jinan şewqa xwe dan hemû cîhanê
Arîn Koçer

Di dîrokê de ji Serdema Neolîtîkê heya roja me ya îro mirovahî jiyana xwe bi vedîtinên jinê didomîne. Lê pergala baviksalar a piştî bi zor û zextan derket holê, jin ji her tiştî mehrûm û bêpar hişt. Bi vî rengî ku destpêkê jin kir kole, civak jî bi her awayî kir bin bandora xwe.
Sîstema desthilatdar a mêrperest ji ber ji hêz û îradeya jinê ditirse, jin kir nav çar dîwaran û hemû nirxên wê desteser kir. Vê pêvajoyê bi hezaran salan dewam kir.
Bi Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo de jinên Kurd bûn xwedî zanebûn û îro bi hêza xwe ya îdeolojîk û eskerî ji hemû jinan re bûne îlhama jiyana azad û wekhev.
Jinên serwext bûn, ji nav çar dîwaran derketin û qadên jiyanê bi rengê jinan xemilandin. Her tim xeta berxwedanê ji xwe re esas girtin. Êdî şewqa xwe dan hemû cîhanê.
Bi sedan leheng û berxwedêrên weke Bêrîtan û Zîlan bûn sembola vê têkoşîna pîroz a jinan. Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re jinan cihê xwe di her qadê girt û bi rola pêşengiyê rabûn.
Li ser vî esasî divê em weke jin gavên pir xurt bavêjin, di hişmendî û kesayetên xwe de guhertin û veguhertinan çêbikin. Tekez divê em xwedî li ked û têkoşîna Rêber Apo derkevin û çalak bibin.
Rêber Apo rola pêşengtiyê daye jinan û divê em têkoşîneke layiqî keda Rêber Apo pêş bixin. Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê divê bi dirûşma, “Jin Jiyan Azadî” ji her demê bêhtir em dengê xwe bilind bikin.
Di van rojên dîrokî de erka herî mezin dikeve ser milê jinan. Jiyaneke bêşer û bêpevçûn wê bi têkoşîna di pêşengiya jinan de misoger bibe.




