Dilê me dildarê hevaltî û mirovahiyê ye!
Cûdî Cizîr

Bi hêviya misogerkirina azadiya Rêber Apo em li ku derê bibin bila bibin divê em asta têkoşînê berz bikin. Tenê rastiya ku me bigihîne hev û girêdana me bi hêz bike hevaltî ye. Hevaltiya rast di dîrokê de şîn dibe. Hevaltî çavkaniya me ya hezkirinê ye û bi rastî jî hevaltî hestek pir cuda ye. Ji ber vê hevaltî hezkirina kûr û pîroz e. Li ser nirx û hezkirinê pêş dikeve û tê avakirin. Hezkirin di dilê mirov de mîna sûlav û okyanûsekê ye. Ango hevaltî hêviya okyanûsê ye. Mînak, di çavên hemû hevrêyan de hezkirin û hevaltî tê xwendin. Çav mîna stêrkan dibiriqin. Dil û çavên me bi agir re direqisin. Em nikarin çavên xwe ji agir vegerînin. Divê mirov tevî hemû zor û êşan dildariya xwe ya jiyanê winda neke û her tim girêdanek wê hebe. Bêguman ti mirov mûkemel nîne. Derûniya mirov diyardeyek pir tevlîhev e û hinek deman di fêmkirinê de zehmetî tê jiyîn.
Divê mirov li pişt hemû tişt û sînorî bihizire û hîs bike. Azadî di nav zehmetî û êşan de mezin dibe. Divê mirov her roj qurtek ava gihiştina azadiyê vexwe. Têkoşîn her tim hilbijartinan dixuliqîne. Bi qasî mirov têdikoşe dikare azad be. Ya jiyanê azad bike nirxên mirovbûnê ne. Minak, di Tevgera me de sirek heye, ew sir qewetdayîna hev e. Hevaltiya me zêdetir kûr dibe û vediguhere hezkirinek watedar. Hevaltiya di têkoşîna me de nirxek pir cuda ye. Hevaltî, li ser nirx û hezkirinê pêş dikeve û tê avakirin.
Hezkirin di dilê mirov de mîna deryayê ye. Hezkirin ked e û serkeftin e. Di dilê mirovan de pir hestên kûr û xweşik hene. Gelek caran mirov nikare bi qasî tê jiyîn îfade bike. Ji ber hinek tişt têne jiyîn, nayên bilêvkirin. Ji lewra rijandina wê ya li ser pênûs û lênûsê dibe hêz. Gelek kesên dîrokî hene ku hem di jiyana xwe de û hem jî di şehadeta xwe de di têkoşîna me de şop hiştine. Belê, rastiya bedewiya hevaltiya me jî di nava bedewiya welat de dayîna îfadekirin, gelek zehmet e. Ji ber ew kêliyên ku mirov bi hev re dijî, bi ti hevokan wê nikaribe were îfadekirin. Dilê me dildarê hevaltî û mirovahiyê ye! Ji bo vê Rêber Apo got, “Hevaltî ew e mirov eniya hevalê xwe digihîne stêrkan.” Belê wexta mirov bi hevrêyên xwe re dikeve rêyekê em ji hev re dibêjin, em dîrok in.
Ev dîrok jî hêza ramana jin, zanistiya dilê hevaltî ava dike. Hevaltiya rast li ser bingehê wekhevî û azadiye pêş bikevê. Bi taybetî di mercên Kurdistanê de hevaltiyeke rast bi jinê re tenê bi destxistina zanebûna zayenda azad re çêdibe. Li Kurdistanê jiyîn, ji her tiştî zêdetir tê wateya têkoşînê. Têkoşîn berxwedan e. Berxwedanî jî berxwedêrî ye! Berxwedêrî jî cewherê jiyana Kurdistanî ye. Ji ber vê çendê wexta ku mirov berê xwe dide şer, bi kelecana ‘gotin xilas bû, dora çalakiyê ye’ em didin destpêkirin. Her çiqas dîrok ji hêla desthilatdaran ve bê nivîsandin jî ya her tim berê wê diyar dike, lêgerîn û têkoşîna ji bo heqîqetê ye. Lêgerîna heqîqetê ronahiyek e. Felsefeya Rêber Apo ya hevaltî û azadiyê zanebûneke kûr radestî mirovahiyê dike. Lê belê ji bo gihiştina vê divê mirov xwedî zanebûneke civaknasî û dîrokê be.
Hevaltiya Rêbertîya me gelek mezin e. Hevaltiya sentezeke paradîgmayî ya li ser heqîqeta zîhniyeta gerdûnî di kesayetiya xwe de dide avakirin û dijî. Hevaltî, tê wateya li ser armancekê, dozekê, hizrek û bîrdoziyekê hevbeşî û yekbûna giyanî ye. Hevrêtî jî tê wateya meşa pêkve ya li ser xeta van armancan, yanî meşa li ser rêya hevaltiya yekbûyîna giyanî. Hevaltî ew e mirov bê berjewendî nêzî hev dibe. Lewma di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji bo fêmkirina hevaltiyê hewldayîn nirxê herî mezin e. Ji ber hebûna mirov di nav me de nirxê herî pîroz e. Armanca zîhniyeta me, armanca gerdûnê bi xwe ye û girêdayî rêgezên gerdûnî ye. Gerdûn ne xiraker e, avaker e.
Zîhniyeta me ya Moderniteya Demokratîk jî avaker e. Em Tevgerake Rêbertî ne. Rêber Apo hem heqîqeta kesayetiyeke azad, hem jî heqîqeta saziyek a Rêbertiya Stratejîk e. Rêbertiya me bi qasî ku kesayetiyek azad e, ewqas jî saziyeke gerdûnî ye. Tişta di kesayetiya Rêber Apo de tê ziman; hevaltî ye, hebûn e, jiyan e, civak e, çand e, ziman, dîrok e. Di heman demê de azadî, wekhevî, demokrasî, yekîtî, bîrdozî, felsefe, zanist, sosyalîzma demokratîk, gerdûn, mirovbûyîn, xwebûn û hwd. tevayî heqîqeta jin, zilam, ciwan, zarok, kal û pîran ango bi yek gotinê civak bi xwe ye. Di heqîqeta paradîgmaya Rêber Apo de her kes, her çand, her hebûn û hwd. rastiya xwe dibînin û di kûrahiyê de pê bandor dibin.



