Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye
Ji pênûsa têkoşerên azadiyê

Di xala 42’yemîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de wiha tê gotin, “Ji derveyî Tirkî ti zimanekî din nikare di saziyên perwerde û hînkariyê de ji hemwelatiyên Tirk re weke zimanê dayikê bê dayîn û fêrkirin.” Ev xala çavkaniya xwe ji zîhniyeta dewleta netewe ya “yek dewlet, yek netewe, yek al, yek ziman” digire, tê wateya tinehesibandina gelan û zimanên wan. Heman dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, di bin navê xizmeta perwerdehiyê de, li darî çavên hemû cîhanê mufredata Tirkî li ser bi hezaran zarokên Kurd û Ereb ferz dike, wan neçarî polîtîkayên qirkirina zimanî û çandî dike.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê qedexe ye welatî li saziyên dewletê bi zimanê Kurdî biaxivin. Ji bo kesên bi zimanê Tirkî nizanin tercûmanan tînin. Jixwe me hemûyan jî bi çavên xwe dît bê ka çawa Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş mudaxeleyî dayika aştiyê ya bi Kurdî diaxivî kir. Ew dayik ji bo ji komîsyona di bin banê meclîsê de hatiye avakirin re têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd biaxive hatibû dawetkirin. Ev destwerdana Serokê Meclîsê bi xwe jî dijberiya pergalê ya li hember zimanê gelê Kurd pir zelal diyar dike. Ev nêzîkatî ji aliyê dewletên Kurdistan dagir kirine bi salan e tê meşandin.
Yek ji destkeftiyên herî mezin û mayînde ya ji hêla gelê me yê Rojava ve hatiye bidestxistin perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Lê me hemûyan jî dît bê çawa qada Rojava wergeriya meydana şer û derfetên perwerdehiyê jî lawaz bûn. Du heyv e perwerdeya zarokan a bi zimanê Kurdî û Erebî rawestiyaye. Li bajarê Kobanê ji ber sir, seqem û bêderfetiyên jiyanî perwerde hate rawestandin. Di nav zêdetirî heyvekê de qadên perwerdehiyê wergeriyan qadên şer û pevçûnan. Jixwe li Bakurê Kurdistanê jî weke ku me di serî de qala wê kir li hember gotin, çalakî û têkoşîna Kurdên berxwedêr qedexe heye. Ji wan re dibêjin, “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye. Divê di hemû qonaxên perwerdehiyê de bê pêkanîn.” Lê mixabin wiha nîne û her tiştî berevajî wê dikin.
Dewleta Tirk a dagirker Kurdiya divê di Destûra Bingehîn de bê nasîn, di dibistanên navîn de dadixe asta ‘waneya bijare’ û qaşo qenciyê bi Kurdan dike. Divê neyê jibîrkirin ku vê dewletê TRT 6 bi vê armancê vekir da ku karibe bi Kurdî, Kurdan bêrûmet bike û ji Kurdan re bi Kurdî propagandaya faşîzma dewletê bike. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê daxistina asta ‘waneya bijare’ domandina polîtîkayên qirkirina Kurd û civakê ye. Di her qonaxeke perwerdehiyê de, perwerdeya bi zimanê dayikê ne lûtuf e, maf e; waneya bijare ji derveyî zimanê dayikê zimanekî duyem e. Perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafekî gerdûnî ye, nikare di statûya waneya bijare de bê destgirtin.
Bêguman gelê me li hember siyaseta, waneya bijare ya bi demê re dikare bibe bişaftina jidil û dûrxistina ji têkoşînê wê di nav sekneke bi zanebûn de be. Li hember ferzkirinên waneya bijare, wê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bixe navenda hemû çalakiyên xwe. Li ser vî hîmî modela perwerdeya Rojava ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê yên têkoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî bêhempa ya hêz û vîna cewherî ye. Nîşaneya herî bihêz ya bingehîn biserxistina wekhevî, azadî, mafên zarokan, demokrasî û mafên mirovan e. Li hember jiyana li ser me hatiye ferzkirin, îspata pêkanbûna jiyaneke din, jiyaneke pirzimanî û pirçandî ye. Ji ber vê, yek jî erka sereke ya Rêveberiya Xweser a Rojava pêşxistina pergala perwerdehiya pirzimanî û jiholêrakirina astengiyên li pêşiya pêşdebirina wê ye.
Em bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê careke din diyar dikin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji wê mafekî gerdûnî ye. Di vê çarçoveyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e. Lewma pêwîst e gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî weke çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne. Li her cihî divê têkoşîna ji bo zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê bi yasa û qanûnan bikeve bin ewlehiyê pêş bixin. Divê gelê me ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê yên bi feraseta yek zimanî. Em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelê me û hemû gelên têkoşer pîroz dikin. Dem dema têkoşîn û çalakbûnê ye. Pêwîst e her kes bi serbilindî bi zimanê dayika xwe biaxive.




