Wan qehreman û rêzanan navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin
Asya Weşûkanî

Şehîdên me ji bo welat û gelê xwe wan şer kirin, li ber xwe dan û destan nivîsandin! Jiyana wan lehengan bûn pirtûkên her rûpeleke wê weke destaneke tijî kêliyên qehremanî û çelengiyê ne. Dema mirov hewl dide destana jiyana wan pêşengan bixwîne, her hevokek wê weke efsaneyên beriya xwe ne. Ji ber di nav peyvan de jî pir wateyên dewlemend hene. Di wan de wateya pêşdîtina rojên hêviya serkeftina hatine rohnîkirin! Dema mirov wan destanan dixwîne tu dibêjî qey mirov bi pepûlekên berxwedana azadiyê re hildikişe jor û qada şerê germ dibîne. Wan dilêran di nava wê de şareza dibîne û pesend dike weke wêneyekî yan jî filmekî şerê dîrokî!.. Giyanê pîroz, vîna bêhempa, bawerî û biryara danîna bingehê jiyana azad xwe dike taca pêşerojê!
Wan şêrejin û mêrxasan bi ked, têkoşîn û xwêdana xwe ya salan li ser bingehê cîhanek nû şoreş û têkoşîn pêş xistin û mezin kirin. Ango geşbûna têkoşîna îro, tovên berxwedana wan leheng û qehremanan e! 14 sal ji berxwedana dîrokî ya Şoreşa Rojava, bihurîn û hîn jî qehremaniyeke bêdawî berdewam dike. Êrîşên çeteyên hov hîn didomin. Wan qehreman û berxwedêran li ser erda beyar xwe kirin mertal, xak û gelê xwe ji zilma tundrewan xelas kirin. Destana xwe xêz kirin û bûn şêrên dilê gelê xwe. Wan berxwedêran ji tinebûnê hebûn afirandin! Ji mirinê jiyan afirandin û gotin “Em ewqasî ji jiyanê hez dikin di oxira wê de em diçin mirinê.” Ji lewra pêwîst e were zanîn ku hezkirina jiyanê wer ne hêsan e. Ji bo mirov ji jiyanê hez bike, teqez divê kûrahiya wê baş nas bike.
Wan qehreman û çelengan şer kirin, li hemberî hêzên herî tundrew berxwedanî kirin da ku xaka xwe ya pîroz û cihê çanda mirovahiyê biparêzin. Gelê xwe ji destê wan hêzên gemar û qirêj rizgar kirin. Ne tenê yê gelê Kurd rûmeta hemû xelkên herêmê parastin. Tevî îro hinek înkar dikin û berê xwe didin neteweperestiyê, yan jî hinek ji tirsan re tevlî HTŞ’ê dibin ew rastî nayê guhertin. Ew pirsgirêka wan a vîna lawaz e. Ne wêrekiya wan e. Dema em werin rastiyê û ji vîna wan re berdin wê gelek kesên bi şeref rastiya qehremanên Kurd û Ereb vebêjin û xwedî lê derkevin. Lê weke ku Rêber Apo gotiye “Tirs mirovan dike kole.”
Bêguman hinek jî hene, rastiyan înkar dikin û bextê wan tineye. Ji ber wê pirsgirêkên wan ên weke neteweperestiyê dertên. Naxwe yên welê heya niha di nav me de xwe bi zorê digirtin. Dibe ku pir zerar jî da bin. Niha jî pir baş e ku rastiya wan derket holê. Dibe ku hê jî hin kesên dixwazin zerar bidin şoreşa me hebin, lê wê qet bi ser nekevin. Ji ber ev şoreş li ser hîmên pir xurt ên xwe bi fikrên Rêbertî, fedakariya şehîdan, berxwedana şêrejin û egîdên niha di çeperan de ava bûye û bilind dibe.
Şerên navxweyî qet baş nînin. Dibin şerên ehlî. Divê em destûr nedin kes me li hemberî hevdu sor bike. Dibe ku hinek bixwazin vê bikin. Lê divê em hişyar bin. Ji bo kes tengasî û tehrîkan çêneke em baldar bin.
Divê were zanîn ku ev peymana 30’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û Şamê de bi ked û hewldanên Rêber Apo pêk hat. Rêbertî hemû alî hişyar kirin û ji bo şer li tevahiya herêmê belav nebe mudaxeleyeke dîrokî kir. Em qet qebûl nakin ku kes keda Rêber Apo vala derxîne û gelan li hemberî hevdu sor bike. Em Kurd aştîxwaz in. Têkoşîna bi salan hatiye kirin jî ji bo aştî û demokrasiyê ye. Em ê bi têkoşîna Rêbertî û keda gelê xwe mirovahiyê jî bigihînin serkeftinê û aştiyeke mayînde çêbikin.
Tekez divê em pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Ji ber hêzên derve yên navendî her li bendê ne em hevdu qir bikin û ew jî nirx û mîrateyên xaka me talan bikin. Ne tenê Kurdistan, di bingeh de bi giştî dagirkirina Rojhilata Navîn hê ji serdema Skenderê Makedonî ji wan hêzên derve yên Rojavayî re hesret maye. Pêwîst e, em jî xwe bikin yek û nirxên mirovahiyê biparêzin. Ev parastin jî wê bi hevdu fêmkirin û lihevkirinê pêk were. Ez bi hêvî me wê ew peymana 30’ê Çileyê bi serketinê bi encam bibe. Jixwe ti tiştek ji şer û kuştinê dernakeve. Şer dibe sedema kûrkirina dijminatî û zêdetir rijandina xwînê. Pêwîst e her kes vê baş fêm bike, ji bo çareseriyê zêdetir bikeve nav hewldanan.
Bi vê wesîleyê di şexsê şehîd Mizgîn Jiyan de tevahî şehîdên me yên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Heya hêvî û armancên şehîdên me pêk werin wê têkoşîna me bêrawestan berdewam bike.




