Jin pêwîst e ti carî li hember zilmê bêdeng nemîne
Feraşîn Çirav

Êrîşên li ser jinan bi qasî ku fizîkî ye tekez ewqasî jî bîrdozî ye. Ji ber serdest ji rêxistinbûn û pêşketina jinan pir ditirsin. Jin dema yekîtiya xwe pêş dixin, di aliyê eskerî û siyasî de xwe pêş dixin, pergala serwer dikeve nav tirs û xofeke mezin.
Pergal timî dixwaze civak û bi taybet jin bê rêxistin û bê xweparasin bin da ku karibe hukmê xwe bi hêsanî bimeşîne. Yek jî ew pergala zordar dizane ku jin hê ji destpêkê ve xwedî wê hêzê ye ku dikare mirovan li dora xwe kom bike, wan perwerde û rêxistin bike.
Lewma beriya her tiştî divê jin haj li hêza xwe hebe û ti carî rehmê li pergala qatilê kastîk neke. Jin pêwîst e ti carî li hember zilm û çewisandinê bêdeng nemîne. Deng û helwesta jinê bi awayekî xwezayî hêz û vîneke pola di civakê de dide afirandin. Ev di geşedan û bûyerên dîrokî, şoreş û serhildanên gelên cuda de piştrast bûye.
Di roja me ya îro de di nav jiyan û pergala modernîteya kapîtalîst de jin ji mafê xwe yê jiyanê tê mehrûmkirin. Pergal ji bilî sînor û pîvanên xwe yên diyar kirine destûr nade tiştekî din. Jinan weke kole bi kar tîne. Keda wê tê xwarin û her bi çavekî pir biçûk lê tê temaşekirin. Di bin rêûresma zewacê de jin têne kuştin, hemû tundî li ser wan tê sepandin.
Li hember wan hemû kiryarên xerab li ku derê dibin bila bibin divê jin parastin û rêxistinbûna xwe pêş bixin. Pêwîst e baweriya xwe bi xwe bînin, xwe perwerde bikin. Şoreşa Rojava ya di pêşengiya jinan de ava bû û pêş ket, dikare ji hemû jinên cîhanê re bibe hêvî û îlhama xwerizgarkirina ji pergala zalim a kapîtalîst.
Lewma erk û berpirsiyartiya hemû jinên şoreşger ên Kurd ew e ku tecrûbe û ezmûna Şoreşa Rojava bigihînin her cihî û bi jinên azadîxwaz re parve bikin. Şoreşa Rojava ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo ava bû, ji bo hemû pirsgirêkan çareseriya herî bingehîn û guncav e. Lewma parastin û pêşxistina vê şoreşê parastina hemû nirxên jinan û mirovatiyê ye.




