Ti hêz nikare xwe li hember lehiya gelan bigire
Hebûn Rojhilat

Pergala Îranê ya despot her çiqasî bi navê Îslamê xwe weke komar bi rêkûpêk dike jî divê were zanîn ku ti eleqeya xwe bi Îslamê û bi pîvan û rêgezên wê re nîne. Dema em li kiryarên wan temaşe dikin wê demê jî mirov hîn zelaltir rastiya wan a qirêj û gemarî dibîne. Pergalên wiha zingarokî navê Îslamê jî xerab dikin. Ew fesad, derewker, munafiq, kujer û kastîk, êrîşî daxwazên herî însanî dikin.
Bêguman ji bilî gelên azadîxwaz û yên bi hesreta jiyaneke wekhev in, ti kes dengê xwe li hember wê rejîma zordar dernaxe. Ji ber wê jî pergala Îranê heman kiryarên xwe berdewam dike. Bêguman dewlet û hêzên bi navê Îslamê desthilatdariya xwe didomînin jî bi kiryar û pêkanînên xwe ne kêmî wê rejîma zextdar a Îranê ne. DAÎŞ, Boko Heram, El Qaîde, HTŞ, AKP jî xwedî heman zîhniyeta tarî ne. Ji bo wan bibe nebe desthilatdarî, kuştin û zilma li ser jin û civakan e.
Ev rastiyeke ku gel û civakên bi rastî jî Îslamê dijîn û pêk tînin hene. Kurdên Misliman li her parçeyên Kurdistanê li gor Îslama rastî jiyana xwe didomînin. Vê xisûsê ji bilî yên xerab ti kes nikare înkar bike. Bêguman di nav gelên din de jî yên li gor şert û pîvanên Îslama rastî dijîn hene.
Bêguman ev gel bi tevahî divê rêxistinbûna xwe xurt bikin û wan kesên Îslamê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî desthilatdariya xwe bi kar tînin rawestînin. Hewce ye ew gel wan kesên fesad, rûreş û munaqik teşhîr û rûreş bikin. Mislimanên rast şeref, rûmet û mirovbûna xwe diparêzin, li hember baweriyên din rêzdar in. Her tim li ser heqiyê ne, xerabiyê, diziyê, fesadiyê û kuştinan nakin.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hefteyan e bi sedhezaran mirov derdikevin qadan û ji bo mafên xwe yên herî rewa di nav xwepêşandanan de ne. Lê rejîma 47 sal e desthlatdar e tehemulî daxwazên gelan nake û bi êrîşan dixwaze mirovan bêdeng bike. Li gor daneyên di çapemeniyê de tên parvekirin, heya niha zêdetirî 6 hezar mirov ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dane. Dibe ku hejmar zêdetir be jî. Desthilatdariya heyî kesên ji bo mafên xwe derketine qadan û kolanan bi sûcdariya “Şerê li hember Xwedê” ceza dike. Ew kesên bi rîh, şaşik û kiras xwe di bin navê Xwedê de vedişêrin.
Lê divê were zanîn ku êdî gelên Îranê nema ji ceza û îdaman ditirse. Rejîm eger gelan guhdar neke, daxwazên wan ên mirovî li ber çavan negire, ber bi pergaleke demokratîk ve neçe wê tekez hilweşe. Ji ber ti hêz nikare li ber lehiya gelên ji bo maf û heqê xwe derketine kolanan bisekine.
Weke gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo avakirina welatekî azad, demokratîk, wekhev wê têkoşîna me bidome. Gelê Rojhilat bi dehan salan e ji bo azadiyê têkoşîn dike. Rêber Apo diyar dike ku bi pêşengiya jinan wê civak bi ser bikevin. Ev sedsal wê sedsala jinên azad be. Di çalakî û xwepêşandanên Îranê de dirûşma “JIN JIYAN AZADΔ ya çavkaniya xwe ji felsefeya Rêbertiya me digire îro li tevahiya cîhanê deng vedide.
Weke şoreşgereke ji xaka Rojhilatê Kurdistanê ez berxwedana jinan, gelê Kurd û hemû gelên Îranê silav dikim. Em ê bi paradîgmaya Rêbertiya xwe jiyaneke ku têra her kesî bike, hemû mirov bi wekhevî bijîn ava bikin. Ev hêz, îrade û qudreta me heye. Ya ji me hemûyan tê xwestin ew e bi ruhê berxwedana Rojavayê Kurdistanê, bi yekîtiya gelê me ya li Rojava şênber bû rêxistiniya xwe xurt bikin.




