Di ser serkeftina bajarê berxwedanê Kobanê re 11 sal bihurîn

Lava Eyo

Em ketin 11’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji destê çeteyên DAÎŞ’ê. Em vê roja pîroz li tevahî malbatên me yên şehîd, hevrêyên gazî û gelê xwe yê bi rûmet pîroz dikin. Weke tê dîtin xayîn, neyar û hêzên heman hişmendiya DAÎŞ’ê di heman dîrokê de berê xwe dane bajarê berxwedanê Kobanê, xelkê bajêr dorpêç kirine û êrîş dikin. Bi vî rengî dixwazin tolhildana hevkarên xwe yên DAÎŞ’ê rakin. Lê divê pir baş were fêmkirin ku wê xelkê Kobanê bi hesanî warê xwe terk neke û serê xwe ji wan çeteyan re jî netewîne. Wê ev gelê berxwedêrxwe li hemberî her êrîşê biparêze û şer bike.

Weke tê dîtin gelê Kurd ji her hêla welat berê xwe daye Rojava, xwedî li rûmeta xwe dertê û ev jî cihê serbilindiyê ye. jin û ciwanên Kurd Kurd li Bakur û Başûrê welat dengê xwe bilind dikin û tevlî seferberiya li Rojava dibin. Bi dirûşmên, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” di çeperên berxwedana xaka xwe de cih digirin. Wê ti hêz nikaribe Kurdên serhildêr bi bin bixe û vîna wan bişikîne. Ev sekna bi heybet û muezem a gelê Kurd ji hêzên êrîşkar û hevkarên wan re peyamek e. Di vê peyamê de wiha tê gotin, “Her çiqasî em weke gel em rastî komkujiyan tên jî me her li ber xwe daye û em ê li ber xwe bidin.”

Li bajarê Kobanê yê îro rastî dorpêç û êrîşan tê vîna gel xurt e û ji xwe bawer in. Lê dijmin xedar e. Lewma hewce ye em weke gel bêsekn biherikin Kobanê.

Kobanê weke gel û şervanên xwe 2015’an bi têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê cîhan ji tehlûke û xeteriyeke mezin rizgar kir. Lewma kesên îro li hember vê rewşa Kobanêya berxwedêr têde bêdeng in divê ji xwe şerm û fedî bikin. Kobanêya rûmeta mirovatiyê parast, îro di bin xeteriyeke mezin de ye. Xelkêwê bi rojan e bênan, bêav, bêxwarin e. Zarok ji serma jiyana xwe ji dest didin. Bi rojane warê berxwedanê sembola jiyana azad Kobanê rastî êrîşên herî hovane tê. Şervanên YPJ û YPG, QSD’ê li hember wan êrîşan di nav berxwedaneke bi heybet de ne. Êrîş li ser gundewaran pir dijwar e û ev jî jiyana xelkên wan waran dike nav metirsiyê.

Di rojeke weke vê rojê de banga min ji hemû mirovahiyê û bi taybet jî li jinan re ew e xwedî li xelkên Kobanê derkevin, dorpêça li ser; wan rakin û gerek were zanîn ku xelkên Kobanê xwedî berhemeke, dîrokîne û ev xelk bû ku di sala 2025 an de hêz herî metîrsîdar a DAÎŞ ê şikandin û xeterî ji ser; mirovahiyê rakirin û îro jî heq kirine ku xwedî li wan were derketin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button