Hesab û kîtabên desthilatdaran û dewlet neteweyên kastîk qet xelas nabin – Beşê 2

Leyla Amûdê

Hemû gelên cîhanê çi netewe çi kêmar û kêmnetewe hemû li ser mijara tayînkirina qedera xwe dihizirin. Dema xwedî dewlet netewe bin xwe kêfxweş, rûmetdar û serbilind his dikin. Lê  berevajî wê eger dewleta wan tinebe. Xwe weke gelê Kurd xembar, ji rêzê, hejar, stûxwar û kole hesab dikin. Ev ji bo hemû gelan jî derbasdar e. Lê ya rastî hewce ye em weke netewe xwe ewqasî jî stûxwar û bêşens nebînin. Hewce ye em dîroka xwe baş lêkolîn bikin da ku em zanibin bê ka dewlet weke amûr çiqasî zordar û sitemkar e. Em weke netewe beriya xelkên din bûne dewlet. Her çiqasî dewleteke zordar û despot di nav Kurdan de derneketibe holê jî lê tê ku zanîn dewlet amûra zorê ye.

Jixwe hîn gelê Tirk, Ereb û Fars nizanîn bê dewlet çi ye gelê Kurd yekemîn dewlet û împaratoriya Med ava kirin. Bi hêza dewletê zordariya Împaratoriya Asuran ji ser xelkên Rojhilata Navîn şikandin. Ji xelkên Rojhilata Navîn re aştî, wekhevî û azadî anîn. Li pey wan jî dewleta Merwaniyan li Meyafarqîna Amedê ava kirin. Dengê wan li hemû Rojhilata Navîn olan da. Mebesta min ew nîne ku ez qala dewletên Kurdî bikim yan jî îspat bikim ku vaye Kurd bûne dewlet. Lê teqez pêwîst e em xwe feqîr, perîşan, bêwar û cahil bibînin. Gelê Kurd tevkariyeke mezin li mirovatiyê kiriye. Lewma divê em rola gelê Kurd a li Mezopotamya,  Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê  bibînin û bidin dîtin.

Ev rastiyeke ku rewşa yên bûne dewlet netewe niha ji ya gelê Kurd gelekî kambaxtir e. Qet divê neyê zanîn ku bûna dewlet û desthilatdarî cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Em hemû jî dibînin bê ka dewlet netewe çi tînin serê gelan. Herçi kaos û krîz hebin sedema hemûyan jî dewlet û desthilatdarên wê ne. Ji ber hişmendiya dewletê her cure tundî û kujeriyê di nav xwe de dihewîne. Rewşa dewletên weke Tirkiye, Îran û yên Erebî, -jixwe dewletên Erebî pir in hema bêje 21-22 dewlet in- pir xerab e. Civakên wan di nav rewşên zehmet de dijîn. Hîn jî hişmendiyeke wer şaş û kûr heye eger gel nebin dewlet wê têk biçin. Hema mirov dikare wiha jî teşbîh bike û bibêje mîna di nav daristanê de wê gur yên ne gur bixwin.

Rewşa li Sûriyeyê vê rastiyê baştir radixîne ber çavan. Dîsa ji rewşa Îranê û desthilata wê ya zalim diyar dibe bê gelan çawa bi serhildanan bertekên xwe yên ji bo heq, maf, azadî û wekheviyê tînin ziman. Her çiqasî Iraq aram xuya bike jî cihê baweriyê nîne û wê sibe çi lê û bide kes nizane. Jixwe ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem a Mexmûrê û Şengalê jî diyar e bê di çi rewşê de ye.

Pêwîst e pir baş bê zanîn ku rewşa tundiyê û şer sedema wê dewlet û desthilatdariyê ye ku bûye weke xencera di pişta civakê de. Sedema vê dojeha ku civak di navê de ye dewlet bi xwe ye. Her wiha hişmendiya dewleta desthilatdar û kujerên wê yên kastîk e, yanî serweriya xwe ya mutleq girtiye.

Zilamê serwer bûye dewlet yanî bi gotina fîlozofêAlman Hegel, bûye xwedayê li ser rûyê erdê dimeşe. Tişta herî xerab jî ew e ku piraniya gel û neteweyan hîn jî xweziya xwe bi dewletê tînin. Em Kurd jî di navê de hîn jî me pir baş paradîgmaya Rêber Apo fêm nekiriye. Eger em niha di rewşeke wiha şer û komkujiyan re derbas dibin jî sedema ew e me Rêberê xwe pir baş nexwend û fêm nekir. Ez vê ya niha ji bo em li çokên xwe bidin û poşmaniya xwe bibêjin diyar nakim. Lê mirov her çiqasî bibe xwedî tecrûbe, ji ku derê dest pê bike wê baş be û dê bi feyde be jî. Teqez divê jin û civak fêm bikin ku dewlet weke şûrekî li ser stûyê civakê ye. Dewlet çiqasî mezin bibe wê ewqasî gel werin çewisandin û biçûk bên xistin. Çiqas dewlet ewqasî şer û tundî ye.

Berevajî wê çiqasî demokrasî ewqasî aştî, wekhevî û pêşveçûn e. Lê mixabin hişmendiya kujerên kastîk a her xwe li ser desthilatdarî, şer û kuştinê daye jiyandin serê civakê tevlîhev kiriye. Vê ji bo pergala xwe rewa bike pêk tîne. Li pişt propagandaya dewleta netewe  pergala sermayeparêz heye. Ew jî sedema xwe ji pergala xwe ya kûrewî ya bi çewisandina dewlet neteweyan xwe navendî kiriye digire. Wan dewletan timî di nav pencên xwe yên hesinî de digire. Mînak hêzên NATO her carê dewletekê ji xwe re dikin hedef û wan dikin bin siya xwe. Jixwe ewqasî dema wan tineye ku bi gelan re mijûl bibin. Herî zêde jî tirsa wan xwe weke navend ji derdora wan heye.

Her wan hemûyan hevseng dike. Eger dewletek ji xeta wan dewletên navendî derkeve weke Îranê wê demildest li wan bidin û wan bitevizînin. Ji bo careke din li hemberî wan serî ranekin her cure mueyîdeyan  pêş dixin û êrîşan dikin. Niha jî pergala sermayeparêz hêzên cîhadîst rewa dike û wan di nava çerxa feleka xwe de dizivirîne. Piştî karên xwe bi wan bike, têraxwe ji wan feyde bigire dê wan jî tesfiye bike.

Ev rastiyeke bênîqaş e ku pergala desthilatdar û navendî her diçe di nava xwe de xerab dibe, dikeve nav kaos û krîzên mezin. Wê rojekê ji rojan jî têk biçe. Jixwe rewakirin û û xwedîderketina wan a li hêzên çete û tundrewan teqez wê bibe bela serê wan. Ji ber ew çete mîna mayînên bêserûber ên di nav deryayên de ne ku kes nizane wê kengî û bi kê de biteqin. Serweriyeke muxtemel a wan çeteyan a li Rojhilata Navîn wê bibe sedema ku li Rojhilata Navîn  rojane bi sedan mirov werin kuştin.

Em hemû dibînin bê ji Cotmeha 2023’yan heya niha li Xezeyê çi rû dide. Lş ber çavan e bê çi hat serê tevgera Hemas û xelkê Filistînê. Niha jî heman tişt li Rojava û Sûriyeyê rû dide. Hîn jî nayê zanîn bê wê li ku derê çi çêbibe. Teqez divê were zanîn ku dewletên dirinde û sermayedar ên navendî hemû tiştên xwe bi kar tînin. Eger di hişmendiya neteweperestiyê de guhertin û veguhertin çênebe wê şerên ehlî (Navxweyî) çêbibin. Jixwe şer dest pê kiriye jî û nimûneya wê îro li Sûriyeyê tê jiyîn. Navê HTŞ’ya tundrew a ji çeteyan pêk tê guhertin  û ew kirin hikûmet.  Hema çawa çawa bûn desthilat û hikûmet hewldan xwe navendî bikin û hew kes nas kirin. Di serî de dibin navê filûlê nizam (bermayê pergala Baas) de berê xwe dan pêkhateya Elewî. Bi rêbazên heqaretwarî û komkujiyan ew çewisandin. Piştre jî berê xwe dan civaka Durzî ya li Siwêdayê û heman rêbaz li ser wan jî pêk anîn.

Her çiqasî hesab ji hêzên QSD’ê re dikirin jî bi hêzên navendî yên weke Amerîka, Îngiltere û Fransa re ketin nav hesab û kîtaban. Di encama planên qirêj ên li dijî gelan û ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk wan hêzan lembeya kesk ji wan çeteyan re pêxistin. Şarayê Amerîkayê 10 milyon dolar ji bo girtin an jî kuştina wî diyar kiribû, piştî demekê ji lîsteya terorê hate derketin û çû Qesra Spî ya Amerîkayê. Piştre gelek şertên Îsraîlê jî qebûl kir. Dema Şara ji Fransayê vegeriya Ensar El Sunne û gelek çeteyên tundrew bertekên tund nîşan dan. Lê piştre bi rewşên cuda ew mjûl kirin. Bi êrîşên hovane yên li ser Helebê, ser tîfaqa xwe ya bi Îsraîlê û dewletên din ên mewzûbehs re girtin. Li dû wê jî weke gurên devbixwîn berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser. Eger wiha neba wê teqez Şara ango Colanî têk biribana. Jixwe teqînek li Palmîra (Tedmûrê) çêkirin, lê dema berê wan dane Kurdan gelek pirsgrêkên xwe taloq kirin. bi vî awayî  hêzên navdewletî xwestin komploya li ser gelê Kurd di kesayeta Rêber Apo de temam bikin û proja Rêber Apo ya çareseriya aştî û civaka demokratîk têk bibin.

Niha jî hemû hêzên navneteweyî amadekariya salvegera Komploya Navneteweyî dikin. Ketine pey temamkirina komployê. Lê divê bizanin ku komplo ji destpêka xwe de bi keda Rêber Apo hatiye pûçkirin. Wê proja Rêbertî teqez were pêkanîn. Ev êrîşên îro bi vîna gelê Kurd û yekbûna wan wê werin şikandin. Bi rastî xwedîderketina gelê Kurd xwedîderketina li Rêber Apo û projeya aştiyê ye. Di hevdîtina herî dawiyê de Rêber Apo banga yekîtiyê li gelê Kurd kiribû. Gelê Kurd jî xwedî li wê bangê derket. Wê serkeftin ya gelê Kurd be û yekîtiya gelê Kurd wê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bike.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button