Pêdiviya bi edaletê û wateya wê ya têgehî

Leyla Amûdê

Eger em hewl bidin li ser mijara edaletê şirove bikin, divê em bi ziravayî û hûrgilî li ser têgeha wê bisekinin. Ji ber heya roja îro mirovahî ji edaletê bêpar maye. Her çiqasî tê behskirin  jî nayê pêkanîn. Yan tenê weke gotin tê guhê mirovan, yan jî  mîna ji mecbûrî tê qalkirin. Di nav qanûnên dewletan de jî tenê ji bo parastina desthilatdaran  derbasdar e.

Mijara herî bingehîn û sereke ya jiyana civakê li ser were dîzaynkirin û rêxistinkirin teqez rêgeza edaletê ye. Lê pergala desthilatdar a dewletên netewe tenê dema berjewendiyên wan dibin mewzûbehs navê edaletê derdixin pêş.

Di nav civakê û lîteratura siyasî de têgeh û gotina “edalet”ê  pir tê bikaranîn. Navê wê jî pir xweş tê li guhên mirov. Lê divê were zanîn ku pergalên serwer û despot pêkanîna wê, ji bo xwe weke hilweşîn û tinebûnê hesab dikin. Tevî  têgeheke herî bedew û narîn e, divê heya were pêkanîn û dawî li neheqiyan were mirov têkoşîn bike.

Di vê serdemê de li gelek deveran jin û civak ji her pîvan û rêgezên mirovî bêpar in. Pergalên desthilatdar û kujerên kastîk jî di vê hişmendiya 30 hezar salî de israr dikin. Ti niyeta wan a ji bo guhertinê tine û berevajî wê di ya xwe de berdewam dikin.

Dema behsa jiyana wekhev, adil, aştiyane û demokratîk tê kirin tu berde dewletên netewe yên biçûk, hêzên navendî yên sermayedar jî mîna mirov tif li rûyê wan bike, bertekan nîşan didin. Ew hêzên navendî û despot wiha dihizirin ku wê jin û civak erka wan ji destê wan bigirin û li hemberî wan bi kar bînin. Lewma guhertin û veguhertinê ji bo xwe weke mirinê dibînin û tundrewiya wan jî zêdetir dibe.

Hewce ye jin û civak xwe pir baş rêxistin bikin, parastina xwe bi fikir û felsefeyê pêkan bikin, têkoşîna xwe ya bîrdozî xurt bikin.  Ji ber hedefên wan pir bi rûmet in. Dema jin û civak daxwaza jiyaneke azad, wekhev û bi edalet dikin, armanca wan ne ew e kesên berê desthilatdar bûn bikin kole.

Pêşengê mirovahiya azadîxwaz Rêber Apo di parêznameyên xwe û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar dike ku  şerê 30 hezar salan ê heyî teqez şerê çînan nîne; şer û têkoşîna di navbera dewlet û komînê de ye.

Rêber Apo li ser mijara desthilatdarî û komînê diyar dike ku heya roja me ya îro mijara dewlet û civakê nehatiye naskirin û herî zêde jî rola sosyalîstan di vir de heye.  Li ser Marksîzmê bi berfirehî dinirxîne û destnîşan dike ku Marks têkoşîneke pir xurt daye û ew jî li ser wê fikrê çalak bûne.

Divê were zanîn ku mijara nakokiyên pergala desthilatdar û civakê weke ya tê dîtin nîne. Eger armanc desthilatdariya karkeran be,  wê heman desthilatdarî were berdewamkirin. Mijara ku Rêber Apo sosyalîstan rexne dike jî ev e.

Hewce ye hemû alî Rêber Apo baş fêm bikin, zanibin ku armanca jin û şoreşgeran  ew e li ser ronahiya fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin û di nava dewletê û civakê de entegrasyonê bidin çêkirin. Entegrasyon jî bi awayekî tê wateya di nav dewletê û civakê de hevsengî were çêkirin, dawî li hemû cureyên şer û tundiyê were anîn û pergala çareseriya demokratîk were pêş bikeve. Mebesta wê jî ew e guhertin û veguhertin di hişmendiya desthilatdar a pergala kujerên kastîk de were çêkirin. Ew hişmendiya tundrew a pergala kujerên kastîk 30 hezar sal e xwe weke xencerekê di pişta civakê de çikandiye. Dem hatiye were derxistin. Pêwîst e jin û civak vê weke rastiyên dîrokî bibînin û li kêleka wê rayedarên dewletên netewe jî vê qebûl bikin, destûrê bidin civakê da ku xwe îfade bike. Bi vî rengî hemû bi hev re di nav pergala entegrasyonê de pirsgirêkên xwe û civakê bi aramî û demokratîk çareser bikin, dawiyê li rêbazên tundrew û despot bînin.

Careke din dixwazim bi bîr bixim û bibêjim ku jin û civaka Kurd gihiştine asta xwe rêxistin bikin û li ber xwe bidin. Hewl didin bi avakirina jiyana azad û wekhev a li ser hîmên edalet û demokrasiyê ji tevahî mirovahiyê re bibin nimûne. Gelê Kurd sêsed sal e di bin zext û zora hişmendiya pergalên neteweperest de tên çewisandin, ji her mafên jiyana azad, wekhev û adil tên mehrûmkirin. Lê tevî vê  jî dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedane. Bi fikir û felsefeya Rêberê xwe Abdullah Ocalan  xwe nas kirine, ji bo serxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk têkoşîn dikin. Her tim li ser piyan û çalak in. Gelekî wiha dilnizm û azadîxwaz divê were guhdarî kirin. Êdî Kurd ji her alî ve pêş ketine û ti kes nikare wan bi bin bixe. Ev rastiyeke eşkere ye ku wê jin û civaka Kurd bibin pêşengên civaka pêşverû û azadîxwaz.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button