Cejna Vejîna Neteweyî li hemû gelan pîroz be

Gaziya şer Cûdî Cizîr diyar kir ku Tevgera Azadiyê hêviya serkeftin û serfirazî ye û got, “Bi saya têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiyê meseleya Kurd gihaye asta qadên navneteweyî. Îro her kes gelê Kurd û nûnerên wan muxatab digire. Cejna Vejîna Neteweyî li hemû gelan pîroz be.”
Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Cûdî Cizîr têkildarî 47. salvegera damezirandina PKK’ê nêrînên xwe anîn ziman.
Cûdî Cizîr da xuyakirin ku PKK’ê bi şer û têkoşînê gelek tişt îspat kir û got, “Neteweyek ji nû ve afirand. PKK, ji keser, daxwaz û hesreta Kurdan ya hezar salî re bû bersiv. Di têkoşînê de mirov di nava yekbûneke giyanî de ye. Her tişt ji bo vejîna gelekî ye. Dijmin li Kurdistanê bi komkujî, qirkirin, sirgûn û helandinê rastiya gelê Kurd parçe kiribû. Kurd bêyî haj li xwe hebin, diketin xizmeta polîtîkayên dijmin. Ji ber dijmin gelê Kurd bê rêxistin û bê pergal hiştibû. Mejî û dilê Kurdan parçe parçe bibû. Di hundir de tiştekî aîdî xwebûna xwe nemabû. Di rewşek wiha de Rêber Apo derket holê. Ji bo tolgirtin û bîranîna heval Hakî Karer, PKK damezirand. Di pêşengiya Rêber Apo de Kurd ji xewa mirinê şiyar bûn. PKK mirovê Kurd ê ketibû rewşeke xeternak derxist holê û ji nû ve xuliqand. Partiya Karkerên Kurdistan li hember dîroka hatibû înkarkirin, ji cewherê wê hatibû dûrxistin serhildaneke herî esîl bû.”
Gaziya şer Cûdî bal kişand ku Tevgera Azadiyê tenê ne tevgereke Kurd e û ev anî ziman, “Tevgereke hemû gelan a cîhanê ye. Di heman demê de hemû nirxên mirovatiyê digire nav xwe. Berê di nav Kurdan de yekîtî, bihevrebûn û baweriya bi xwe nebû. Bi derketina Tevgera Azadiyê re ev di nava Kurdan de rabûn. Em dikevin 47’emîn Salvegera Damezirandina PKK’ê ya ji hêla gelan ve weke Cejna Vejîna Neteweyî tê pîrozkirin. Hewce ye em weke gaziyên Kurdistanê ji hemû mirovatiyê re bidin nîşandan ku kilîda her xebateke cidî ya serkeftinê di nav rêxistina me de ye. Her mirovê bixwaze ji bo mirovatiyê û jiyaneke wekhev xebateke serketî bimeşîne, divê berê xwe bide têkoşîna azadiyê. Ji lewma mirov dikare bêje, Tevgera Azadiyê hêviya serkeftin û serfirazî ye. Ruhê fetihkirinê ye. Hebûna gelekî ji nû ve derxist ser rûyê erdê. Kesayetên fedaî, jina azad, welatparêzî û hevaltiya herî qedirbilind afirand.”
Cûdî Cizîr destnîşan kir ku PKK’ê bi têkoşîn û berxwedana xwe ji bo gelan rê li ber ronesanseke bi heybet vekir û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Tevahî qalibên bi sedê salan e li ser gelan dihatin ferzkirin parçe bûn. Gel êdî hêza xwe nas dikin. Ev ronesans îro bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê berbiçavtir bûye. Rêber Apo di nav têkoşîna azadiyê de şoreş li ser şoreşan ava kir û pêş xist. Tevgera Azadiyê temînata rizgariya tevahiya mirovahiyê ye. Bi Tevgera Azadiyê, bi têkoşîna salan a PKK’ê re civakbûn bi ser ket.”
Endama FGBRS’ê û gaziya şer Cûdî Cizîr axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Rêber Apo 27’ê Sibatê pêngaveke nû bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Ev pêvajo gelekî bi nirx û dîrokî ye. Ji bo serxistina vê pêvajoyê divê em bi giştî seferber bibin û bi rol û mîsyona dîrokê daye ser milên me rabin. Mirov dikare bêje Tevgera Azadiyê di zanebûn û zanistê de pir bihêz e. Rastiya gelê bindest pir baş dizane, cewher û taybetmendiyên gelê Kurd baş danî holê. Bi saya têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiyê meseleya Kurd gihaye asta qadên navneteweyî. Îro her kes gelê Kurd û nûnerên wan muxatab digire. Cejna Vejîna Neteweyî li hemû gelan pîroz be.”




