Em hevrêyên xwe Hogir, Serkêş û Hemze bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji raya giştî û çapemeniyê re

Hevalên  me yên gaziyên şer Hogir Amed, Serkêş Riha û hevrêyê wan ê ajokar Hemze Serêkaniyê yên hemû nirxên mirovatiyê di dilê xwe bi cih kiribûn û ji bo şoreşa gelan bêrawestan têkoşîn dikirin, berî niha bi salekê 11’ê Mijdara 2024’an di êrîşeke bombeyî de li bajarê Hesekê tevlî karwanê nemiran bûn.

Di şoreşên azadiyê de nirxên ji bo mirovatiyê bêguman ti carî bê berdêl nehatine avakirin. Di vê têkoşîna bi heybet de bi hezaran fedaiyên bi felsefe û fikra Apoyî pêşengî ji gelan û şoreşê re kirine bi lehengî şer kirine, li ber xwe dane û gihiştine şehadetê hene. Nirxên me yên herî pîroz ên hêz û îradeya dihêle em li hember her cure xerabî û zilmê li ber xwe bidin bêguman şehîdên me ne.

Hevrê Hogir ê li bajarê Amedê yê bi welatparêzî û qehremantiya xwe sembola Kurdistanê ye, ji dayik bû, di temenekî biçûk de ket ser rêya têkoşîna rûmetê. Hevrê Hogir bi egîdî, cesaret û berxwedana pêş xist ji bo tevahiya hevalên xwe bû meşaleya timî rêya me rohnî dike.

Hevalê Hogir ê yek ji gaziyên şer bû, bi têgihiştina gazî pêşengên şoreşê ne, di nav refên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bêsekn bi biryardarî û ezmeke mezin xebitî. Heval Hogir di jiyana xwe de ti carî cih neda reşbînî, bêmoralî û lawaziyan. Bi awayekî pir pak û esîl jiya û têkoşîn kir.

Hevala me Serkêş Riha jî bi zanebûna ku ji warê Rêber Apo ye, di jiyana xwe ya têkoşînê de timî bû xwedî kesayeteke fedakar, dilsoz û wêrek. Hevrê Serkêş ê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lingekî xwe winda kiribû, ti carî xwe ji kar û xebatên têkoşînê neda paş. Weke gaziyekî dildarê azadiyê, di dil û hişê şervanên xwe de cihekî herî xweşik û bedew çêkir. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama têkoşîn û berxwedana rûmet a wan hevrêyên timî serê mirovan bilind dike de pêş ket.

Heval Hemze jî di malbateke welatparêz a ji Serêkaniyê çavên xwe li dinyayê vedike, bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin dibe û di temenekî ciwan de cihê xwe di nav kar û xebatan de digire. Heval  Hemze bi têkoşîn û kesayeta xwe bû sembola pêkve jiyana hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Şehîdên me nirxên me yên herî pîroz in, li hember her cure xerabiyan berxwedaneke mezin pêş xistin. Bi vê berxwedanê gelên me û tevahiya mirovatî rûmetdar dikin.

Li ser van esasan em hevrêyên şehîd Hogir, şehîd Serkêş û şehîd Hemze di yekemîn salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Soz didin heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, têkoşîna hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin û ji bo gelan jiyaneke azad ava bikin em ê berxwedana xwe bidomînin.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

11.11.2025

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button