Ji bo serketina pêvajoyê divê bi ruhê serferberiyê em bixebitin

Leyla Amûdê

Rêber Apo ne tenê di hevdîtinan de, bi salan e bal dikişîne ser mijara rêxistinkirina gel û dibêje ku karê bingehîn ê kadroyên pêşeng bikin ew e gel rêxistin bikin. Rêbertî nexasim jî qala xweparastinê û parastina cewherî dike û diyar dike ku parastina herî baş rêxistinkirina civak û hemû beşên wê ne. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya dawiyê de bal dikişîne ser mijara ku divê mirov di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir bixebite. Lewma di vê serdemê de divê her kes zêdetirî taqeta xwe kar bike. Bi qasî em Rêber Apo dişopînin, zêdetirî enerjiya xwe kar û xebat dike, lê dema em li xwe vedigerin tevî pêvajo ewqasî awarte ye tê dîtin ku em hîn jî li gorî berê tevdigerin.

Tişta ji me tê xwestin ew e em bêhtir bixebitin ji bo civakên Kurd, Ereb, Fars û Tirk di nav aştî û aramiyê de bijîn. Pirsgirêk tenê ya me Kurdan nîne, lê ji her kesî zêdetir pêdiviya me bi çareseriya aştî û civaka demokratîk heye. Hewce ye em rol û misyona xwe ya pêşengtiyê bibînin û li gorî wê tevbigerin. Em weke neteweya Kurd di nav çar dewletan de hatine parçekirin û dewletên li ser xaka me xwe bi cih kirine, me weke leşker û kole bi kar tînin û her tim hebûna me înkar kirine.

Rêberê Apo pêvajoya aştî û civaka demokratîk daye destpêkirin û ji bo serketina wê ketiye nav hewldaneke mezin e. Her çiqasî hêzên veşartî û şerxwaz bixwazin astengiyan derxin jî, Rêber Apo bi biryar e vê merheleya dîrokî bi serketinê tacîdar bike. Rêber Apo di çareseriya demokratîk de israr dike û ji her du aliyan jî daxwaz kir ku destê xwe lez bikin. Anî ziman ku divê her du alî jî li hemberî pêvajoyê cidî bin, ji bo aştiyê xebatan bikin û ti astengiyan nas nekin.

Pêwîst e hemû mayînên ku di navbera gelan de hatine çandin bêne rakirin. Pirên hatine xerabkirin jî divê werin çêkirin, bibin bingehê yekîtiyê, xwişk û biratiya gelan. Di şerê 36 salan de ji her du aliyan jî gelek wendahî hene. Gelek pirên di nav her du gelan de jî hatine hilweşandin. Ji bo pêvajo saxlem were rêvebirin pêwîst e di navbera her du gelan de bawerî bê avakirin. Rêber Apo ev rola sereke daye ser milên xwe û bang li aliyan dike. Rêbertî  diyar dike ku divê her kes destê xwe têxe bin kevir û erka ji wan tê xwestin pêk bînin.

Rêber Apo xwe daye ber barê giran û ji bo çareseriyê têkoşîn dike. Li ser van bingehan divê her kes hêza xwe seferber bike, li peywir û erkê xwe yên pêşengtiyê xwedî derkeve, ji dil û can têkoşîn bike. Heke Rêber Apo di nav çar dîwaran de ewqasî çalak dibe û rola xwe ya sereke dilîze, çima pêşeng û civak rola xwe pêk neynin û xemsar nêz bibin? Dema mirov li ser vê mijarê hûrûkûr dibe, hîn baştir rastiyê dibîne û  dibe sedema mirov weke ferd xwe lêpirsîn bike û rexnedayîna xwe bide. Rêber Apo bi dilnizmî nêz dibe û di gelek mijaran de rexnedayîna xwe dide. Naxwe ma divê em çawa nêzî xwe bibin û ji kêmasiyên xwe bibihurin? Tişta herî girîng ew e mirov kêmasiyên xwe bibîne, bi dilnizmî rexnedayîneke xwe ya cewherî bide û hemû hêza xwe seferber bike.  Li cem Rêber Apo meşandina kar û xebatê û rêxistinkirina gel her dem weke rêgez û pîvana têkoşînê ye. Rêber Apo di nirxandinên xwe de timî qala têkoşînê, pîvan û rêbazên meşandina kar û xebatan dike.

Peywir û erka me her kesî ye ku em têkoşînê pêş bixin.  Dîsa divê rêxistinbûna herêmî were xurtkirin û ji bo vê bi ruhekî seferberî em xebatên xwe pêş bixin. Weke tê zanîn ti teorî bê pratîk nabe û ti pratîk jî bê teorî nabe. Naxwe hewce ye em xwe di aliyê teorîk û pratîk de jî pir xurt bikin û ji bo pêvajoyê çalak bibin. Rêber Apo gelek caran destnîşan kiriye û gotiye ku cihê mirovên naxebitin û têkoşîn nakin li cem wî nîne û ji mirovên jîr û zana hez dike. Em jî pêwîst e vê rêgez û pîvanê ji xwe re bikin bingeh, di jiyana xwe de pêk bînin û xemsariyê birevin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button