‘Berxwedana gelan zindî ye’

Gaziya şer Bihar Kobanê destnîşan kir ku gelên Sûriyeyê naxwazin mîna dema rejîma Esed bijîn û got, “Berxwedana gelan zindî ye. Mînaka wê jî herî dawî li Siwêdayê hat xuyakirin. Gelên Sûriyeyê rejîmeke navendî naxwazin. Sûriye bi gel û baweriyên xwe welatekî pirreng û pirçand e. Lewma ji bo Sûriyeyê modela herî guncav Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”
Gaziya şer Bihar Kobanê têkildarî rewşa Sûriyeyê û pêşeroja wê nêrînên xwe anîn ziman.
Bihar Kobanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna êrîş û binpêkirinên çeteyan û got, “Bi piranî li deverên ji aliyê dewleta Tirk hatine dagirkirin, li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Minbicê livûtevger û êrîşên çeteyan zêde ne. Mal û milkên xelkê desteser dikin, mirovan direvînin. Pêwîst e demildest dagirkerî bi dawî bibe û ew çeteyên kes nizane ji ku derê ne, ji xaka Sûriyeyê werin derxistin.”
Gaziya şer Biharê berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi bîr xist û ev tişt anî ziman, “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinên şoreşger de berxwedaneke pir xurt li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê pêş xistin. Berxwedana gelan hê zindî ye. Mînaka wê jî herî dawî li Siwêdayê hat xuyakirin. Gelên Sûriyeyê rejîmeke navendî naxwazin. Sûriye bi gel û baweriyên xwe welatekî pirreng û pirçand e. Lewma ji bo Sûriyeyê modela herî guncav rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gel helwesta xwe li hemberî çeteyên li herêmên dagirkirî û hikûmeta veguhêz bi çalakiyên curbicur tînin ziman. Li deverên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de rojane bi dehan mirov li kolan, zevî û li malên xwe têne kuştin, rastî heqaretan tên.”
Bihar Kobanê destnîşan kir ku li hember wan pêkanînên dijmirovî mirov tenê dikare bi xweparastinê raweste û wiha dewam kir, “Rêber Apo têkildarî xweparastinê mînaka gulê û striyên wê dide. Gulek xwe bi striyên xwe diparêze. Girîngiya xweparastinê û destketiyên bi xwe re tîne, me di têkoşîna zêdetirî nîv sedsalî ya di pêşengiya Rêber Apo de pêş dikeve bi rengekî berbiçav dît. Li ser esasê xweparastinê di serî de jin divê tevahî civak xwe pêş bixe, rêxistinbûna xwe xurt bike.”
Gaziya şer Bihar Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke gaziyên jin ji bo welatekî hemû gel û bawerî bi rengekî azad û wekhev bijîn têkoşîna xwe didomînin. Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî 27’ê Sibatê bi raya giştî re parve kir, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê tesîreke pir erênî çêkir û çêdike. Rêbertiya me ji hêza gelan a rêxistinkirî pir bawer e. Gelên xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo gurçûpêç kirine dikarin li hember her cure êrîşan bisekinin. Weke gaziyên şer ji bo ev fikir û ramanên Rêbertî bigihêjin her kesî û hê zêdetir jiyanî bibin, em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Li ser vî esasî ez silavên xwe li Rêber Apo û tevahî gelên me yên bi rûmet dikim.”




